ENQERE - Polîsê bi navê Hamît Ameynî yê ji rejîma Îranê revî, ji Tebrîzê derbasî Bazîdê bû, ji wir derbasî Stenbolê û herî dawî xwe gihand Kolana Yukselê ya Enqereyê. Ameynî di 2 meh û 27 rojan de, 2 hezar û 300 kîlometre rê meşiya û ev tişt got: "Kuçe ji rejîma Îranê çêtir in."
Hamît Ameynî yê 43 salî polîsekî rejîma Îranê ye û berî 2 salan ji rejîmê reviye û hatiye Tirkiyeyê, bi du betaniyan û doşekekî li Kolana Yukselê bi cih bûye. Ameynî bi roj pêlavan boyax dike, di kulubeya ji texteyan çêkiriye, havîn û zivistanê dêde dijî. Ameynî di sermaya Enqereyê de xwe bi poşetekî diparêze, aşkera kir ku kuçe dîsa jî ji rejîma Îranê çêtir e.
‘MIROV NE AZAD IN’
Ameynî anî ziman ku ew li Tebrîza navenda îdarî ya Eyaleta Azarbaycanê ya Rojhilatê Îranê polîs bûye, ji ber zextên rejîma meleyan û zehmetiyên jiyanê ji wir reviye û wiha axivî: "Li Îranê şertên jiyanê gelekî zehmet in. Hem di warê aborî û hem jî di warê civakî de mirov baş nikarin bijîn. Tenê li wir alîgirên rejîmê û mele baş dijîn. Ez li wir wekî polîs dixebitîm. Du zarokên min hebûn. Ez dixebitim lê min maeş nedigirt. Mirov ne azad in. Min rojekî nasnameya xwe ya polîstiyê li nav çavê wan da û her du zarokên xwe jî li wir hişt û ez veqetiyam. Ez qasî ku ji kuçeyan hez dikim, ji Îranê hez nakim."
‘EZ 2 MEH Û 27 ROJAN RÊ MEŞIYAM’
Ameynî çîroka xwe ya revê jî parve kir û wiha pê de çû: "Ji Îranê derbasî Bazîda Agiriyê bûm. Ji wir derbasî Îdirê, li ser Deryaya Reş re derbasî Stenbolê bûm. Piştî demekî li Stenbolê bûm, ez hatim Enqereyê. Rêwîtiya min 2 meh û 27 rojan dewam kir. Herî dawî ez li vê kuçeyê rawestiyam."
‘BI 4 ZIMANAN DIZANE’
Ameynî destnîşian kir ku wî 12 salan perwerde dîtiye, bi zimanên îngilizî, fransî, erebî û tirkî dizane. Ameynî tiştên hatine serê wî beşekî bi îngilizî vegot, her wiha wergerên bi zimanê fransî û erebî dike. Ameynî aşkera kir ku ew bi felsefe û hişî re mijul dibe, dema wî çêbe jî di kulubeya xwe de pirtûkan dixwîne.
‘EZ JIYANA LI KUÇEYAN HEZ DIKIM’
Ameynî der barê kesayetiya xwe de jî ev tişt anî ziman: "Ez jiyana li kuçeyan hez dikim. Ez hînî razana li derve bûm û ez hez ji hewaya germ dikim. Yanî ji halê xwe kêfxweş im. Demên borî li vir hevalekî min hebû û mir. Ez bêkesim û dem bi dem mirov tên bi min re nîqaşan dikin. Herî zêde jî xwendekarên zanîngehê. Êvarê tên gel min em ji xwe re diaxivin."
Ameynî piştgiriyê dide çalakiyên li Îranê jî ji çalakvanan re serkeftinê dixwaze û wiha got: "Dê rejîma meleyan rojekî hilweşê."
MA / Selman Guzelyuz