Demîrtaş: Divê kongre bibe baxçeyê gulan ê Tirkiye yê herî bi coş û rengîn

img

ENQERE - Hevserokê Gitî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî aşkera kir ku ew ê di serdema nû de nebe bernamzetê hevserokatiyê, hin nîqaşan dest pê kir, Demîrtaş bersiv da van nîqaşan û ev tişt got: "Kesî ez tasfiye nekirime. Min bi xwe biryar da. Kesên ku bixwazin HDP'ê dizayn bikin di çeperê de rawstiya ne, dê bi ser nekevin." Demîrtaş, ji bo kongreyê jî xwest ku kongre bibe baxçeyê gulan ê Tirkiye yê herî bi coş û rengîn. 

Hevserokê Gitştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji 4'e Mijdara 2016'an vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin. Demîrtaş da zanîn ku ew ê di 3'yemin Kongreya Asayî ya di 11'ê Sibatê de nebe bernamzetê hevserokatiyê. Destpêkê li dijî vê biryarê û piştre jî li dijî dînamîkên hebûnê yên HDP'ê, nîqaşan dest pê kir. Bi rêya parêzeran me ev hemû ji Demîrtaş pirsîn û Demîrtaş der barê hemû nîqaşan de gotina dawî got. Demîrtaş der barê pêvajoya kongreyê, nîqaşên ku tên meşandin, projeya HDP'ê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
 
 Birêz Hevserok, we aşkera kir ku hûnê di 3'yemîn Kongreya Asayî ya HDP'ê de nebin bernamzet. Wekî ku ev biryar nehatiye fêmkirin, ji aliyên cuda ve tên nîqaşkirin hene. Berî her tiştî hûn vê biryarê dikarin hinekî vekin? Tişta bû sedem ku hûn vê biryarê bigirin çi bû?
 
Berî her tiştî ez bêjim ku kesekî ku ez tasfiye kirime tune. Divê her kes vê bi zelalî bizanibe. Ji bo ez nebim bernamzet, tu astengî li pêşiya min tune. Ev biryar piştî gelek pêşketin û nîqaşan, encamên wê dê çibin, min bixwe girt. Bêguman dema min ev biryar girt, di vê pêvajoyê de gelek aliyên bandorkirî jî derketin pêş. Berî her tiştî di HDP'ê de parçeyekî lîderiya kolektîf û wekî berdevkekî bi bandor ez vê peywira xwe nikarim pêk bînim, dema ev pêk neyê dê partî bikeve zehmetiyê. Ji ber ku ez girtî me, dibe ku hevrêyên min vê yekê bi vekirî nikaribin bi min re parve bikin. Lê divê ez bixwe raste rast pêşiya vê vekim û di hemleya siyasî ya nû de, partiya min a ku ji bo hilbijartinê xwe amade dike, divê bi azadî vê yekê nîqaş bike. Min di vî alî de beyanek daneynî holê, dibe ku partî û girseya bingehîn nedixwest vê bigire rojeva xwe, ez nizanim. Heke tiştekî wiha pêwîst be, divê bi kêm û kurtiyên xwe bi azadî bê nîqaşkirin. Tişta esil berjewendiyê gel û HDP'ê ne. Divê em hemû vê yekê esas bigirin. Helwesta min ji aliyekî din ve, dema diçin kongreyê bi her awayî rexnedayînê ji bo gel e. Em nikarin bêjin ku rêveberiya me di salên dawî de performanseke serkeftî daye nîşan. Berpirsyarê yekemîn ê vê siyasetê jî bê guman ezim. Divê di kongreyê de jî bi berfirehî rexnedayîna vê yekê bê dayîn û kêmasî bên derbas kirin. Tişta ku em bikin ev e.
 
Der barê biryara we de hin nîqaşên erênî û neyînî di raya giştî de tên nîqaşkirin. Hûn dişopînin, hûn vana çawa dinirxînin? Ji derveyê helwesteke baş, gelo hûn vê yekê çawa digirin dest ev bi zanebûn tên kirin an na?
 
Elbet piştî biryara min a ez nebûm namzet bêguman ên di kemînê de disekinin, dê bixwazin nava HDP’ê tevlîhev bikin û dîzayn bikin hebin. Lê ev dê nikaribin wisan mezin bikin û bi bandor bibin. Tu kes wê bi destwerdanek derve ya partiyek xwe dispêre gel a weke HDP’ê nikare encamek bidest bixe. 
 
Elbet piştî biryara min a ez nebûm namzet bêguman yên di kemînê de disekinin, dê yên ku nav HDP’ê tevlîhev bikin û dîzayn bikin hebin. Lê ev dê nikaribin wisa mezin bikin û bi bandor nabin. Tu kes wê ji derve bi destwerdanek partiyek xwe dispêre gel a wek HDP’ê nikare encamek derbixe. Wê nêzîkatiyek biçûk a li dijî niyetên baş û nîqaşên mafdar jî bibe sedema xefletek mezin. Girseya partiye, kedkarên wê û dostên me dema nêrîn, pêşniyarî û rexneyên wan ji bo HDP’ê hebin divê azad, rehet û bi bawer tevger bikin. Tam jî di vê xalê de divê HDP cudahiya xwe deyne holê. Peywîra esas a rêveberiya partiye jî ew e ku ji hemû nîqaşan re vekirî be û mekanîzmaya xwe bide afirandin. Di encamê de biryara herî rast jî ew e ku ji bo HDP’ê ev nîqaş bên esas girtin. 
 
Divê nebûna we ya namzetiyê çawa bê nirxandin?
 
Di mijara ez nebûm namzet de gelek samîmî me û min helwesta xwe ya zelal danî holê. Di vir de armanca min ne ew e ku ez HDP’ê qels bikim û armancek min wisa jî çênabe. Min xwest ez pêşiya yên li şûna min ên guncavtir û alternatîfên dikaribin vê wezîfeyê hildin vebikim. Ez li bendê me ku pêvajoya van nîqaşan bi kamiltiyek polîtîk û hemû li ser bingehek polîtîk bê meşandin. Ez nîqaş û konferansan ji nêz ve temaşe dikim. Em ê encaman bi rêveberiya partiyê re binirxînin. Li her deverê heval û dostên ku min pêşniyar dikin bi rêzdarî û rûmetî pêşwazî dikim. Lê divê teqez hin bêtir navên alternatîf bên pêşniyarkirin û derbixin holê. Pêwîste li hemberî her îhtîmalê em amadekariyên xwe bikin û em neçarin ku bi tedbîr sitendinê li pêş bikevin. Her çiqas ez ne Hevserokê Giştî yê HDP’ê bim jî, ez wek berdevkek HDP’ê ez ê bibim dengê hemû pêkhateyên HDP’ê û ez ê vê nefesê bidomînim. 
 
Hûnê di vê serdemê de alîkariyên bi çi rengî bikin? 
 
Ez li hundir bim jî û li derve bim jî, ez hevserokê giştî bim û ne hevserokê giştî bim jî, hem bi pratîk û hem jî bi teorî û tecrûbeyên xwe ez ê ji rêveberiya HDP’ê re bibim alîkar û ez ê pêşkêşî xizmeta gel bikim. 
 
HDP di rewşek wiha krîtîk û Rewşa Awarte de divê kongreyek çawa li dar bixe? Di vî warî de bangek we ji bo gel heye? 
 
Berî her diştî divê bi coş û girseyî be. Divê bibe mîna baxçeyê biharê pir rengî û pir dengî be. Ji her aliyê Tirkiye dostên me û HDP’î tev lê bibin. 
 
Divê berî her tiştî bi coşek mezin û tevêbûnek zêde kongre pêk bê. Divê ji her derê aliyê Tirkiye HDP’î û dostên me beşdar bibin. Divê her kes bi deng û rengê xwe beşdar bibin. Divê bibe mîna baxçeyên heftreng. Divê bi pankart û dowîz û her tiştê xwe peyamek xurt bê dayîn. Divê dîsa zelal bê aşkerekirin kuHDP partiya Tirkiye ya hevpar e. Biryarên bên stendin divê li gorî vê yekê be. Divê haribe her kesî hembêz bike û bibe dengê her kesî. Ez hemû gelê me dawetî kongreyê dikim. 
 
Bendewariya we ji vê kongreyê çiye? 
 
HDP partiya gotin, kirin û rêxistinbûnê ye. Divê li gori vê modelê her kes beşdarî pêvajoya biryarê bibe. Divê her kes fikr û pêşniyarên xwe bînin ziman. Çawa em dikarin li dijî rêveberiya Faşizmê û OHAL'ê têkoşînek bi bandor pêş bixin. Em dikarin bi kijan perspektifê hilbijartinê pêk bînin. Em dê çawa karibin ruhê 7'ê Hezîranê derbasi HDP’ê bikin. Em dê çawa karibin ambargoya çapemeniyê bişkînin. Em dê çawa rêya kesên ku dixwazin bibin endamên HDP'ê û nikarin xwe bigînin HDP'ê vekin. Divê em karibin bêtir pirsan ji xwe bikin û bêtir bersîvan bidin." 
 
Tu ji bo proje û fikrên HDP'ê dê çi bêje?  
 
HDP, xeta ahlakî û polîtîk a li gorî rastiya şertên îro ya Tirkiye û Rojhilata Navîn derketiye holê û bi cerebe û rastiya herî mayinde xwe bi rêxistin dike ye. Ev proje çiqas rast û çiqas pêwist e her ku diçe bêtir tê çespandin û teyîtkirin. Geşedanên li Sûriye, Iraq, Îran û Kurdistanêy, geşedanên li welatên ereb, polîtîkayên AKP-MHP ya faşist nîşan dide ku îro HDP çiqas bi qîmet e. HDP vana divê tevan li ber çavan bigire u dersên mezin ji wan derxe. 
 
Biryar dan ku OHAL'ê cara 6'emîn  dirêj bikin. Bi KHK yan gelek mirovên din mexdûr bûn. Ev dê heta ku wisa bidome? 
 
Divê HDP di serdema nû de bernameyekê ku bi beşên muxalîf re biçe hevparbûnê, gel bixe navenda berxwedan û demokrasiyê derbixe holê û bi pratîk bike. Derfet, potansiyel û hêza vê yekê ji her demê zêdetir heye.    
 
Dê van derfetan heya hilbijartinê ne domînin. Li darxistina mîtîngan, meşan û hwd. kampanyayên girseyî, mafê xwe yên şermezar kirinên demokratîk bikar anîn,  di her qadê berxwedan mezinkirin tekane rêya ji vê rewşê derketine. Divê HDP di serdema nû de bernameyekê ku bi beşên muxalîf re biçe hevparbûnê, gel bixe navenda berxwedan û demokrasiyê. Berî her tiştî divê vê bernameya xwe bike pratîkê. Derfet, potansiyel û hêza vê yekê ji her demê zêdetir heye,    
 
Hûn ji yek siyasetmedarên ku dikarin bi siyaseta mîzahî bînin gel hev. Bi vê nêzîkatiyê hûn ji HDP û raya giştî re dixwazin çê bêjin?  
 
Tîpa siyasetmedarên rûyê mirûzkirî û cîdî yên derdikevin pêşberî gel, bi awayekê bêcîdî, bêpîvan û hemû nemerdiyên pişt perdê dike, tîpên herî bi talokene. Ji xwe gelê me di vî awerî de bûye pisporê mirov û civakê. Em HDP’î çewherê me çi be, gotina me jî ewe. Em wisan tim nêz bûn. Ji xwe ev jî nêzîkatiyek ji dil û rastîne. Em îspatkir ku cîdiyet û rûkenî bi hev re dibe.  Ger hinek be jî bandora min li ser vê çêbû be, ezê ji vê yekê gelek keyf xweş bibim. Ji hemû kesê re silav û heskirin. 
 
MA / Kenan Kirkaya 
 

Sernavên din

14/01/2018
09:01 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2018'AN
13/01/2018
23:32 Rojnamevan Keleş hat berdan
17:06 ‘Xebatkarên TV10'ê serbest berdin’
16:50 Di OHAL'ê de şidet û bêhiqûqî zêde bû
16:18 Rojnameger Selman Keleş sewqî edliyê kirin
16:17 TÎHV'ê li Wanê nûnertiya xwe vekir
15:40 TSK Efrînê topbaran dike
15:30 Ji malbatekê 7 kes binçav kirin
15:17 Ji bo Başdaş a ji sedî 86 astengdar azadî xwestin
15:15 Kongreya PYD`ê ya Ewropa dest pê kir
14:58 Pirsa kesên JÎTEM û Hizbullahê ew winda kirin pirsîn
14:56 Konca: Dê bi pêşengtiya jinan ber bi azadiyê ve bimeşin
14:36 Di çalakiya şemiyê de ji bo Basanê edalet xwestin
14:23 Rapora girtîgehan a Marmarayê: Li Îmraliyê mafê hevditinên parêzer û malbatê ji holê rabûye
14:22 Kemalbay: HDP baxçeyê gelan e
14:09 Rêxistinên elewiyan: Bila xebatkarên TV10 serbest bên berdan
13:58 KESK ‘Kooperatîfa Kedê ya Wanê' vekir
13:11 Ên li Sîlopiyê jiyana xwe ji dest dan şandin Enqereyê
13:06 Dadgehê 2 sal ceza li wekîlê HDP’î birî
13:00 Konferansa HDP'ê: Em li ser paradîgmaya Neteweya Demokratîk ava dibin
12:54 Panela têkildarî yek tîpî ‘bifikar’ hat dîtin
12:29 18 meh in girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nekirine
12:00 Jîneolojî dê bibe hêviya azadiya hemû jinan
12:00 Tirkiye beriya Soçî planên nû amade dike
11:42 Goristana li Gimgimê bi tevahî rûxandin
11:28 Dev Yapi-Îş: Agirê S.A. dê we jî bişewitîne
11:14 Konferansa Jineolojî didome
10:54 Hem heye hem tune
10:34 Di bereqeyê de şewat derket 3 kes mirin
10:24 Turk: Pisîka reş û sipî ne girîng e kijan pisîk dikare mişk bigire girîng e
10:10 2 kes ji ber axaftinên telefonê hatin girtin
09:14 ‘Em dê eniya NA bi HDP’ê re bikin yek'
09:13 Bi tevkarî li dijî yek tîpiyê dest bi têkoşînê kirin
09:12 Ozsoy: Dîroka Tirkiyeyê dîroka şerê li dijî mirî û goristane ye
09:11 Turfent: Sûcdar dibe 'zarokê baş', yê sûc aşkere dike tê cezakirin
09:10 Di salvegera Roboskiyê de, ceza li nivîskarê ku behsa Roboskiyê kir hat birîn!
09:10 Jin bi saya bernameyên perwerdehiya kolektîf mafên xwe hîn dibin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2018'AN
12/01/2018
21:39 Serlêdana malbatê a ji bo hevdîtina bi Ocalan re jî hat redkirin
19:16 Rojnameger Keleş hat binçavkirin
19:08 Karkerê înşeatê li ber Meclîsê xwe şewitand
16:34 Dadger: Navnîşana te li ku ye?
Demîrtaş: Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê ye
15:31 Hevşaredarê Bêgirê Tunç hat berdan
15:11 Baroya Amedê: Em ê destûrê nedin bûyer kiryar nediyar bimîne
15:11 Parazvanen jiyanê Tora Piştevanî û Ragihandinê ava kirin
15:10 HDP: Em cezayê li Zeydan hatiye birîn nas nakin
15:06 HDP li dijî cilên yek reng bi malbatên girtiyan re dicive
14:31 Demîrtaş anîn Edliya Bakirkoyê
14:28 Ji bo jehrîbûyîna xwendekaran dest bi lêpirsînê kirin
14:06 ATK’ê cenaze qebûl kirin: Divê ji bo DNA’yê malbat serlêdan bikin
14:06 Rapora pêzan malbata Muharrem bi qusûr dît
13:50 Wezaretê der barê HOH’ê de lêpirsîn da destpêkirin
13:30 ÎHD: Radyoyên li girtîgehan kom dikin
13:05 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:40 1’emîn Konferansa Jineolojiyê dest pê kir
12:39 Di KHK'a dawî de skandala agahiyên nasnameyan
12:28 Statûya Tîmên Taybet derxistin asta jor
12:24 Kamera girtin û îşkence kirin
12:05 Rojnameger Azak hat binçavkirin
11:50 Girtiyên tên sewqkirin cilên wan nadin
11:48 Başaran: Komîsyona OHAL’ê biryaran çima vedişêre?
11:47 Komên li Tirkiyê perwerde dibin li Sûriyê şer dikin
11:35 Ji bo avakirina Sûriyeyê Çînê zend û bend badan
10:42 Ji bo cezakirina ‘Kurdistan’ serî li AYM’ê dan
10:38 Otobusa rêwiyan li Sîlopya qulipî: 9 mirin 28 birîndar bûn
10:37 Polîsê Îranî yê ji Tebrizê meşiya Enqereyê: Kuçe ji rejîmê çêtir in
10:24 Demîrtaş: Divê kongre bibe baxçeyê gulan ê Tirkiye yê herî bi coş û rengîn
09:36 Parêzera Ocalan Karadeniz: Divê baro têkevin tevgerê
09:15 Ji bo jinan her der cihê parastinê ye
09:14 Ji ber polîtîkayên ewlehiyî pîşesazî qediya
09:14 Berteka li dijî yek tîpiyê didome: Wê bi berxwedana malbat û girtiyan bên qetandin
09:13 Rewşa Ûmûtê 4 salî yê polîs ew birîndar kir nebaş e
09:13 Endamê Komeleya 78'an: Me qebûl nekir, em qebûl nekin
09:12 Parlementer Onlu: AKP polîtîkayên 90 salan li Dersimê rojane dike
09:11 Wê KODA êdî wek komeleyekê tev bigere
09:10 Dê Wan bi ruhê 7'ê Hezîranê biçe kongreya HDP'ê
09:02 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:20 KHK'yek din: Radyo û televîzyonek hat girtin 262 kes îxrac kirin
11/01/2018
20:06 Wekîltiya Zana betal kirin: Darbeya 2'ê Adarê dubare bû
19:07 Li Wanê erd hejiya
18:18 Serlêdana parêzeran a ji bo Ocalan dîsa hat redkirin
17:30 AYM’ê biryara berdana Mehmet Altan û Şahîn Alpay da
17:14 Rojnameger Şerîfe Oruç nehat berdan
16:36 Polîsên bersûcê kuştina 2 zarokan dê serbest bên darizandin
16:20 Dadgehê carek din 8 sal ceza li Parlamenter Zeydan birî
16:15 KESK’a Kocaeliyê: Di 14'ê Çileyê de em li Qada Azadiyê bin
16:15 Dadger 6 endamên Egîtim Sen'ê darizand
15:51 Girtiyên daxwazên wan qebûl bû çalakî bi dawî kirin
15:04 Leşkeran li Balikesîrê 7 kes binçav kirin
14:48 Tenê ew mabû ew jî girtin
14:40 ÎHD: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
14:39 AKP û MHP’ê tifaqa hilbijartinê ava dikin
14:16 Daxwaza beraeta Akademisyenan red kirin
14:15 624 zarok bi dayikên xwe re girtî ne
13:36 Jinan bertek nîşanî otobusên pembe dan: Dixwazin jinan ji civakê dûr bixin
13:24 Parêzerên Ocalan 721 car e ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin
13:11 Doza polîsên bûn sedema mirina her du birayan dest pê kir
12:28 Akademîsyen li pey soza xwe ne: Em ê nebin hevkarê vî sûcî
12:15 'Hişmendiya Diyanetê hişmendiya DAÎŞ'ê ye
11:00 Dosyayên Sabahat Tuncel bûn yek