KOCAELÎ - KODA'ya ku ji aliyê akademîsyenên hatin îxrackirin ve hat avakirin, hedefa xwe mezintir kir û wê ji niha û pê ve wek Komeleya Lêkolîn û Piştevaniyê ya Kocaeliyê tev bigere.
Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê (KODA) ku ji aliyê akademîsyenên ji Zanîngeha Kocaeliyê bi KHK'yan hatin îxrackirin ve hat avakirin ber bi komelbûnê ve diçe. Akademîsyenên ku hatin îxrackirin nêzî du salan e bi dirûşmeya "Em ê terka bajar û xwendekarê xwe nekin" li Şaxa Egîtîm Sen a Çarşambaya Kocaeliyê bi xwendekarên xwe re tên gel hev. Wê ji niha û pê ve KODA wek Komeleya Lêkolîn û Piştevaniyê ya Kocaeliyê xebatên xw eberdewam bike.
Doç. Dr. Hakan Koçakê ku ji Zanîngeha Kocaeliyê hat îxrackirin diyar kir ku wan ji bo komelbûnê nêzî salek berê serlêdan pêk anîbû, lê belê ji ber Rewşa Awarte nû bersiva serlêdana wan hatiye dayîn û ev tişt gotin: "Em niha nasnameyeke sazîbûnê li fealiyetên xwe bar dikin. Em ê xebatên xwe di bin banê komeleyê de bi rê ve bibin. Ji bo pêşerojê û pêşvexistina projeyan avaniyek me çê bû." Koçak destnîşan kir ku ji bo peydakirina avaniyeke azadîxwaz, demokratîk û wekhev wan komele ava kiriye û hemû kesên ku wek wan li jiyanê dinihêrin, akademîsyenên bi KHK'an hatine îxrackirin dikarin bi wan re tev bigerin.
Her wiha Koçak bi lêv kir ku armanca komeleyê ne zêdekirina endaman û mezinkirinê ye û wiha got: "Rojeva me ya sereke pêşvexistina fealiyetên me û komelbûna me ye."