*Li Wanê HDP'iyan ji bo kongreya ku dê di 11'ê Sibatê de li Enqereyê li Arenayê bê lidarxistin zend û bend badan. HDP'î hewl didin ku bi girseyeke hezar kesî tev li kongreyê bibin û wiha gotin: "Em ê bi ruhê 7'ê Hezîranê tev li kongreyê bibin. Arena têra me nake."
*KODA'ya ku ji aliyê akademîsyenên hatin îxrackirin ve hat avakirin, hedefa xwe mezintir kir û wê ji niha û pê ve wek Komeleya Lêkolîn û Piştevaniyê ya Kocaeliyê tev bigere.
*Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu polîtîkayên qedexe û çewisîner ên li Dersimê tên meşandin nirxandin. Onlu diyar kir ku AKP polîtîkaya 90 salî ya komarê rojane dike û dixwaze bi darê zorê bajar ji mirovan xalî bike.
*Endamê Komeleya 78'an a Qoserê Arîf Tûrgay ku di dema 12'ê Îlonê de li dijî ferzkirina "kincên yek tîpî" derket wiha got: "Ev şerma serdema me ye. Sepandina ku di salên 80'yî de nehat qebûlkirin, wê niha qethiyen neyê qebûlkirin."
*Umût Ozalpê 4 salî yê li Şirnexê wesayîta sivîl a polîsan lê qeliband, 27 roj in li nexweşxaneyê ye û rewşa wî xerab e. Bav Nezîr Ozalp li bendê ye ku kurê wî baş bibe û got ku Ûmût bertekên erênî nîşan nade û mêjiyê wî bi awayekî cidî xisar dîtiye.
*Malbatên girtiyan ên li Manîsayê bertek nîşanî sepandina “cilên yek tîpî” dan û gotin: “Dê li derve bi piştgiriya malbatan û li hundir jî bi berxwedana girtiyan bên qetandin. Em ê li dijî van cilan bisekinin.”
*Li sîteya pêşesaziyê ya Geverê ku heta 2 sal berê hezar karkar dixebitîn ji ber polîtîkayên ewlehiyê hejmara karkeran daketiye 200'î.
*Seroka Komeleya Jiyanê ya Jinan a Semsûrê ya bi KHK'ê hat girtin Suna Ateş, diyar kir ku divê jin li her qadê bitêkoşin û ev tişt gotin: "Ji bo me her qad, her mal û her kargeh cihê parastinê ye. Li hemberî me hişmendiyeke divê bi têkoşînê bê rûxandin heye."
*Parêzer Gunfer Karadenîz, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bang li baroyan kir ku li dijî tecrîda heyî têkevin nava liv û tevgerê. Karadenîz, ji baroyan xwest li ser Wezareta Dadê zextan zêde bikin da ku gavan bavêjin.
* Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê Baroyê yê berê Prz. Tahir Elçî bê dîtin û darizandin dê çalakiya xwe di hefteya 109'an de berdewam bike. (13.30)
* CHP, dê 81 bajaran hemwext têklidarî OHAL'ê daxuyaniyê bide. Rêxistina CHP'ê ya Amedê jî dê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)
* Ekolojist, dê li Odeya Endezyarên Derdorê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê rapora îhlala girtîgehan ya 3 mehên dawî aşkere bike. (11.00)
* Çalakiya Kolana Yukselê ya em karê xwe paşve dixwazin dê di roja 430’an de berdewam bike. (13.30/18.00)
* Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, dê li 38'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bakirkoyê bê dîtin. (14.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Bûrsayê dê li diji cilên yek tîpê li pêş Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê daxuyaniyê bide çapemeniye. (15.00)