STENBOL – Daxwaza parêzerên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan a ji bo hevdîtinê, careke din ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin. Heta niha 721 serlêdanên parêzeran hatine redkirin.
Parêzer Ebrû Gunay, Îbrahîm Bîlmez û Huseyîn Bogatekîn ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, Serlêdana parêzeran bi hinceta qanûna tevdîrên der barê hikûmxwaran a Jimare 5775’an de hat redkirin.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çê bikin û heta niha 721 serlêdanên wan ê ji bo hevdîtinê hatine redkirin.