ŞIRNEX - 2'emîn danişîna doza 2 polîsên ku li Silopiya bi panzêrê li xaniye Yildirdim qelibandin û birayên hev Fûrkan (6) û Muhammed Yildirim (7) kuştin, hat dîtin. Dadgehê biryar da ku li cihê bûyerê ji nûve keşif bê kirin. Heyetê daxwaza parêzeran a girtina polîsên bersuc red kir û biryar da ku serbest bên darizandin.
Di 3'yê Gulana 2017'an de li Taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiya Şirnexê, panzera polîsan dîwarê malbata Yildirim xera kir û di malê de Furkan ê 6 salî û Muhammedê 7 salî yên birayên hev qetil kiribûn. 2'emîn danişîna doza der barê polîsê ajokar Omer Yegît û amîrê wî Murat Maden de li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat dîtin. Dozger der barê polîsê ku bû sedema mirina zarokan de, bi sûcdariya "bi zanebûn ji kesekî zêdetir mirov kuştiye" ji 2 salan heta 15 salan ceza dixwaze. Di danişîna dozê de bavê her du zarokan Mesût Yildirim amade bû, Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçî û parêzerên ji buroyên cuda Amed, Enqere û buroyên din doz şopandin.
Rojnamegerên ku xwestin dozê bişopînin, serokê dadgehê ferman da û rojnameger negirtin hundur. Polîs Omer Yegit ê di rûniştina ewil a dozê de hat berdan tev li danişînê nebû. Amîrê polîs Murat Maden di danişînê de amade bû.
‘POLÎSÊİ AJOKAR QURSA AJOTINÊ NEDÎTIYE'
Piştî tespîta nasnameyan Midûrê Polisan ê Sîlopyayê Selçuk Erdogan, wekî şahid îfade da. Erdogan, parast ku ne pêkan e personelên kademeyên jêr her dem kontrol bikin. Erdogan parast ku di ajotina maşîneyan de her dem venertinê dike û wiha got: "Min carekê personelê bi tena serê xwe panzêr ajot hişyar kir. Lê ji ber kêmasiya personel wî kesî panzêr ajot. Beriya ku ez dest bi peywirê bikim, me ferq kir ku gelek polîsên kursa ajotinê nedîtine hene. Piştre me tedbîrê vê yekê girtin.
Erdogan anî zimanku wî ferman da ku panzêrê ji xanî derxin û ji ber ajokar rakiribûn nexweşxaneyê û sertifika wî ya ajotinê tune bû min xwest ajokarekî din panzêrê bajo.
Parezerê Bersûc Omer Yegit Hasan Kanatli jî parast ku muwekilê wî ji bo panzer kaza neke maşine terk nekiriye.
SEROKÊ BAROYA ŞIRNEXÊ ELÇÎ: BILA BERSÛC GIRTÎ BÊN DARIZANDIN
Serokê Baroya Şirnexê Nuşirevan Elçi, jî xwest bersûc girtî bê darizandin û wiha got: "Bi sedema menfaata dewletê bê parastin bersûc divê serbest neyên darizandin. Ev li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku delilên sûc ên bi zanebûn hene divê bersûc bên girtin û girtî bên darizandin.
Parêzerê malbata Yildirim Rojhat Dilsiz jî diyar kir ku heta niha maşîneyên zirxî gelek welatî kuştine û wiha got: "Ger ku ajokar bê destûr û bê belge maşîneyen zirxî bajon ev sûc e. Dîsa gelek şahid derewan li dadgehê dikin. Bêyî li ser maşînê lêklin bê kirin ji cihê bûyerê hatiye dûrxistin. Li hundirê maşînê tu şopê tiliyan tune ye. Ji ber vê yekê delîl hatine reşkirin."
Prz. Ali Bayram jî diyar kir ku ji ber Midûrê Polîsan ferman daye ku polîs bê sertifika maşînê bikar bîne sûc kiriye û xwest li amîrê polîsan û midûrê polîsan doza cemaweriyê bê vekirin.
DADGEHÊ BIRYAR DA KU HEYET LI CIHÊ BÛYERÊ LÊKOLÎN BIKE
Piştî parastin û îfadeyan heyetê navber da danişînê û piştre biryar daku li cihê bûyerê ji nûve lêkolîn û keşîf bê kirin. Heyetê daxwaza girtina polîsên bersûc red kir. Polîsên bersûcê kuştina 2 zarokan dê serbest bên darizandin.
Heyetê doz taloqî Nisana 2018'an kir.