Li Rojava kongreya jinan

  • jin
  • 12:02 20 Cotmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star a Rojava 8’emîn Kongreya xwe, bi dirûşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê mîsoger bikin" li dar xist. Berdevka Kongreya Star a Evîn Siwêd, di kongreyê de axivî û gott: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna jinan di asta herî bilind de ye.”

 
Kongreya Star a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 8’emîn Kongreya xwe bi dirûşmeya “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê misoger bikin” li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlanê ya girêdayî navçeya Girkêlegê ya Qamişlo li dar xist. 300 delegeyên rêxistinên jinan ên girêdayî Kongreya Star beşdarî kongreyê bûn.  bi tevlîbûna 300 delegeyan li dar xist. Di heman demê de jinên ereben ên li Tebqa, Reqa, Minbîc û Dêrezorê jî ji bo kongreyê hatin vexwendin. Wêneyên jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, alên Kongreya Star û pankarta “Li dijî qirkirina jinan, dema parastina jin û civaka azad e” bi salona kongreyê ve hatin kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji bo dîwana kongreyê 5 jin hatin hilbijartin.
 
'JINÊN AZAD WÊ BI SER BIKEVIN’ 
 
Dûre Berdevka Kongreya Star Evîn Sîwêd, axaftina vekirinê ya kongreyê kir û xêrhatina veşdarvanan kir. Sîwêd, bal kişand ser rol û rista jinan a li Rojava û wiha axivî: “Jinên li Rojava Kurdistanê pêşengtiya pergala demokratîk dikin û di oxira wê de canê xwe feda kirin. Li dijî faşîzmê em têkoşîna xwe didin meşandin. Şerê li Sûriyeyê bandorekê pir mezin li jinan kir.Hemû şerên ku ser civakan hatine ferzkirin bi xwe re encamên xerab anîn. Vê aloziyê tecawiz, tundî, qetilkirin û koçberî bi xwe re anî. Ev yek jî bandora wê herî zêde li jinan hat kirin. Lê bi vê yekê re têkoşîna jinan jî gehişt astekê herî bilind.  Jinan bi îradeya xwe avakirinên bi nirx bi xwe re anînin. Li ser vî esasî em ê hemû hêzên qirker têk bibin û rêxistina xwe xurt bikin. Berxwedana jinên azad wê bi ser bikeve.”
 
'JINAN TÊKOŞÎNA SERKEFTINÊ DAN MEŞANDIN’
 
Li ser navê Hêzên Yekineyên Parastina Jinê (YPJ) Zeyneb Efrîn jî axivî û wiha got: “Kongreya Star encama keda 40 salî ye û di nava hemû şertên zehmet de jinan xwe bi rêxistin kir û kongreya xwe li dar xistin.  Jinên ku gihane asta şehadetê em wan bi bîr tînin. Ji bo ku şoreş bi ser bikeve her jinan têkoşîna serkeftinê dane meşandin. Ji bo ku em bikaribin di şerê xwe de bi ser bikevin, em ê rêxistina xwe xurt bikin. Jinan di hemû kar û xebatên xwe de guhertin bi xwe re anîn. Bi ked û berdelên pir mezin me civaka xwe parastin, hîn jî berpirsiyartiya li pêşiya me heye. Planên ku ser şoreşa me hatine kirin barê me giran dike. Pêwist e em vê axê bi hemû jiyan û hêza xwe biparêzin. "
 
‘EMÊ PERGALA NETEWEYA DEMOKRATÎK MAYÎN DE BIKIN’
 
Hevseroka Desteya Rêveber Berîvan Xalid jî li ser navê Rêveberiya Xweser, axaftinek kurd kir. Bêrîvan, anî ziman ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û wiha bilêv kir: “Şoreşa Rojava bi salan bi zor û zehmetiyan re derbas bû. Yên ku pêşengtî jê re kirin jinên Rojava bûn. Di nav de jî, jinên hemû netewan xwe dîtin û mohra xwe li serkeftina şoreşê xistin. Hêzên teror bi zîhniyeteke qirêj şerê me dikin û dixwazin dest bavêjin nirxên jin û jinan ji xwe re bikin hedef. Kongreya Star weke rêxistina jinê ji tevahî jinên cîhanê re bû mînak. Weke Rêveberiya Xweser jî dikarîbû bibe hêz ji bo hemû jinên ku di nava Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin. Yê ku pergala netewa demokratîk mayinde bike jina Rojavayê Kurdistanê ye."
 
Piştî axaftinan, sînevîzyona derbarê kar û xebatê Kongreya Star de hat pêşkêşkirin. 
 
Li gorî bernameya kongreyê, wê rapora xebatên 2 salên borî bê xwendin û nîqaş li ser bên kirin û di dawiya kongreyê de jî, wê ji bo Koodînasyona Kongreya Star a Rojava 5 jin bên hilbijartin. 
 

Sernavên din

30/11/2020
23:20 Eskeran li Rûbarokê ciwanek kuşt
20:56 188 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:12 Meclîsa Xweser a Şengalê: Banga xwedî derketina li Şengalê kir
16:58 Rêxistinên tenduristiyê girtina Gokalp şermhezar kirin
16:55 Bavê Zainal Abarakov ê polîs ji dosyeya Dokû ji wezîfeyê hat girtin
16:07 Li girtîgehên Sîncan û Kirikkaleyê 7 girtî ketin greva birçîbûnê
15:32 Şandeya HDP’ê li Nisêbîn û Qoserê bi coş hat pêşwazîkirin
14:54 Nûçegîhanê me Yalçin hat berdan
14:39 TJA: Em xwedî çalakiyên greva birçîbûnê derkevin
14:17 Girtî bi armanc tecrîda 20 salan rakin ketin çalakiyê
14:17 Wê li Amedê goristaneke nû bê vekirin
14:15 'Ji bo ku cînayeta Elçî bêceza nemîne emê têbikoşin'
13:55 Li Îzmîrê kesek hat girtin
13:51 Sancar: Em armanc dikin ku gelê kurd bi nasnameya xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibe
13:22 TJA: Em li xwezaya xwe xwedî derdikevin
13:08 Dozger xwest nûçegihanê me Yalçin bê girtin
12:52 Meclisa Jinê ya HDP’ê: Li girtîgehan serdegirtina kogûşan îşkence ye
12:41 Ji TTB’ê banga lezgîn: Bila nexweşxaneyên taybet pêşkêşî xizmeta xelkê werin kirin
12:23 Dadgeha Bilind cezayê Havva Zor a xwe parastibû erê kir
12:22 DÎB: Derewên Wezîrê Tenduristiyê aşkere bûn
12:13 Nûçegîhanê me Yalçin sewqî dozgeriyê kirin
11:35 Ekîba ragihandinê ya Qesra Spî ji jinan pêk hat
11:19 Dadgehê li Oztekîn 18 meh û 22 roj ceza birî
11:19 Îhaleya testa koronayê dan Ferhat Danişman ê endamê Menzîlê ye
11:06 TTB: Di hefteyekê de 20 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
11:06 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin
11:06 Dozgeriyê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir
10:18 Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket
10:04 Li Cûdî qedexeya beriya operasyonê
09:42 Li Colemêrgê erd hejiya
09:11 Rastiya GAP’ê: Dewlemend dewlementir xîzan jî xîzantir bû
09:08 Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane
09:06 Durûtiya DMME’yê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye
09:06 Rojeva ciwanan tecrîd e: Heke ‘reform’ tê xwestin navnîşan Îmralî ye
09:05 Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye
09:04 Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2020'AN
29/11/2020
20:45 5 kes li Mêrdînê hatin berdan
20:33 185 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Li Siwêregê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
18:48 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
18:40 Li Îzmîrê 16 kes hatin berdan
16:33 Gardiyanan li Kandirayê bi ser hucreyên çalakgerên jin de girtin
16:01 Taşdemîr: Berxwedasna kurdan AKP kir nava krîzek kûr
15:17 Uçar a testa wê pozitif derket hat berdan
14:49 Li Şirnexê berteka li dijî binçavkirinan
14:19 Sancar: Pirsgirêk bi înkarê çareser nabe
13:50 Qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên kurdî dest pê dikin
12:47 Girtiyê nexweş Çakmak ê daket 35 kîloyî rakirin nexweşxanê
10:18 Kurd û masa bazarê ya Sûriyeyê
09:57 Li Xerpetê erd hejiya
09:44 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Dibe ku hemû girtî bi vîrûsê bikevin
09:25 'Dadgeh, walî û qeymeqam milîtaniya qeyûm dikin'
09:23 'Her tişt biha bûye, lê em hîn bi fiyetê 10 sal berê difiroşin'
09:18 Dayikan bang li Barzanî kir: Dê zirar bigihê her kesî
09:13 Paylan: Peymana Qetarê bi feraseta 'milk ê padîşah e' hatiye kirin
09:11 Saleke cenaze nedane malbatê
09:08 Tenduristkarên bi şewbê dikevin piştî 10 rojan cardin dixebitin
09:05 Nivîskar bûyerên komkujiya Pilimûriye kir pirtûk
09:03 'Armanc astengkirina xebatên HDP'ê ye'
09:01 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2020'AN
28/11/2020
22:44 îro 182 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:49 Ciwanên hatibûn binçav kirin hatin berdan
16:15 Ji bo Coşkûnê ji ber îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da çalakî
16:05 Parêzer Guner hat berdan
16:05 Li Cizîrê 2 ciwan hatin binçavkirin
15:19 Xwestin girtiya nexweş Rûken Yildiz were berdan
15:16 Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike
14:55 Cenazeyê mamosteyê Ocalan hat veşartin
14:44 ÎHD'ê pirsa bersûcên Ayşenûr Şimşek kir
14:31 Çaglar Demîrel dest bi greva birçîbûnê kir
14:14 'Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin’
13:55 Nobeta li Şengalê di roja 3'emîn de ye
13:47 Hevjîna Aydogan ê hat windakirin: Ez dixwazim tenê gorek wî hebe
13:47 Sancar: Tu niyetek dewletê û hikumetê nîne ku kuştina Elçî ronî bike
13:22 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Me serî netewand em natewînin
12:53 Di ser komkujiya Roboskê re 107 meh borîn
Rêya aştî û edaletê di Roboskê re derbas dibe
12:49 MED TUHAD-FED'ê: Bi polîtîkayên çetewarî wê nikaribin encam bigirin
12:44 Tahîr Elçî tê bibîranîn: Em li kujerên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin
12:28 Jina ku di derketina edliyê de hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rewşa girtî Ramazan Dûrmaz giran e
12:05 TÎHV'ê binpêkirina mafên Akademîsyenên Aştiyê kirin rapor
12:02 Piştî gotina 'reformê' ya Erdogan, 415 kes hatin binçavkirin
11:34 Îdîanameyên 4 jinên li Nisêbînê hatibûn girtin hatin amadekirin
11:23 ‘Tahîr Elçî parêzvanê mexdûran bû’
11:19 Z.N. ya 2 ewlekaran tecawizî wê kirin, 4 meh şûnde şandin mêvanxaneyê
10:53 Li Amedê serdegirtina malan
10:37 Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir
10:29 Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê
10:28 Li Dîlokê 13 siyasetmedar hatin berdan
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin