Li Rojava kongreya jinan 2020-10-20 12:02:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star a Rojava 8’emîn Kongreya xwe, bi dirûşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê mîsoger bikin" li dar xist. Berdevka Kongreya Star a Evîn Siwêd, di kongreyê de axivî û gott: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna jinan di asta herî bilind de ye.”   Kongreya Star a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 8’emîn Kongreya xwe bi dirûşmeya “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê misoger bikin” li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlanê ya girêdayî navçeya Girkêlegê ya Qamişlo li dar xist. 300 delegeyên rêxistinên jinan ên girêdayî Kongreya Star beşdarî kongreyê bûn.  bi tevlîbûna 300 delegeyan li dar xist. Di heman demê de jinên ereben ên li Tebqa, Reqa, Minbîc û Dêrezorê jî ji bo kongreyê hatin vexwendin. Wêneyên jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, alên Kongreya Star û pankarta “Li dijî qirkirina jinan, dema parastina jin û civaka azad e” bi salona kongreyê ve hatin kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji bo dîwana kongreyê 5 jin hatin hilbijartin.   'JINÊN AZAD WÊ BI SER BIKEVIN’    Dûre Berdevka Kongreya Star Evîn Sîwêd, axaftina vekirinê ya kongreyê kir û xêrhatina veşdarvanan kir. Sîwêd, bal kişand ser rol û rista jinan a li Rojava û wiha axivî: “Jinên li Rojava Kurdistanê pêşengtiya pergala demokratîk dikin û di oxira wê de canê xwe feda kirin. Li dijî faşîzmê em têkoşîna xwe didin meşandin. Şerê li Sûriyeyê bandorekê pir mezin li jinan kir.Hemû şerên ku ser civakan hatine ferzkirin bi xwe re encamên xerab anîn. Vê aloziyê tecawiz, tundî, qetilkirin û koçberî bi xwe re anî. Ev yek jî bandora wê herî zêde li jinan hat kirin. Lê bi vê yekê re têkoşîna jinan jî gehişt astekê herî bilind.  Jinan bi îradeya xwe avakirinên bi nirx bi xwe re anînin. Li ser vî esasî em ê hemû hêzên qirker têk bibin û rêxistina xwe xurt bikin. Berxwedana jinên azad wê bi ser bikeve.”   'JINAN TÊKOŞÎNA SERKEFTINÊ DAN MEŞANDIN’   Li ser navê Hêzên Yekineyên Parastina Jinê (YPJ) Zeyneb Efrîn jî axivî û wiha got: “Kongreya Star encama keda 40 salî ye û di nava hemû şertên zehmet de jinan xwe bi rêxistin kir û kongreya xwe li dar xistin.  Jinên ku gihane asta şehadetê em wan bi bîr tînin. Ji bo ku şoreş bi ser bikeve her jinan têkoşîna serkeftinê dane meşandin. Ji bo ku em bikaribin di şerê xwe de bi ser bikevin, em ê rêxistina xwe xurt bikin. Jinan di hemû kar û xebatên xwe de guhertin bi xwe re anîn. Bi ked û berdelên pir mezin me civaka xwe parastin, hîn jî berpirsiyartiya li pêşiya me heye. Planên ku ser şoreşa me hatine kirin barê me giran dike. Pêwist e em vê axê bi hemû jiyan û hêza xwe biparêzin. "   ‘EMÊ PERGALA NETEWEYA DEMOKRATÎK MAYÎN DE BIKIN’   Hevseroka Desteya Rêveber Berîvan Xalid jî li ser navê Rêveberiya Xweser, axaftinek kurd kir. Bêrîvan, anî ziman ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û wiha bilêv kir: “Şoreşa Rojava bi salan bi zor û zehmetiyan re derbas bû. Yên ku pêşengtî jê re kirin jinên Rojava bûn. Di nav de jî, jinên hemû netewan xwe dîtin û mohra xwe li serkeftina şoreşê xistin. Hêzên teror bi zîhniyeteke qirêj şerê me dikin û dixwazin dest bavêjin nirxên jin û jinan ji xwe re bikin hedef. Kongreya Star weke rêxistina jinê ji tevahî jinên cîhanê re bû mînak. Weke Rêveberiya Xweser jî dikarîbû bibe hêz ji bo hemû jinên ku di nava Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin. Yê ku pergala netewa demokratîk mayinde bike jina Rojavayê Kurdistanê ye."   Piştî axaftinan, sînevîzyona derbarê kar û xebatê Kongreya Star de hat pêşkêşkirin.    Li gorî bernameya kongreyê, wê rapora xebatên 2 salên borî bê xwendin û nîqaş li ser bên kirin û di dawiya kongreyê de jî, wê ji bo Koodînasyona Kongreya Star a Rojava 5 jin bên hilbijartin.