XERPÊT - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê li dijî ferzkirina Nasnameya "girtiyên rêxistina terorê" di 10'ê mijdarê de dest bi çalakiyê kiribûn, piştî daxwaza wan hat qebûlkirin, dawî li çalakiyê anîn.
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê di 1'ê mijdara 2017'an de li dijî ferzkirina nasnameya 'girtiyên terorê' dest bi çalakiya greva birçibûnê ya bêdem û bê dorveger kirin, di 10'ê mijdarê de çalakî zîvirandin çalakiya bêdem û bêdorveger. Girtiyên jin ên ji 1'ê mijdara 2017'an de dest bi çalakiyê kirin û derneketin hevdîtinan, piştî rêveberiya girtîgehê daxwazên wan qebûl kir, girtiyan dest bi çalakiyê berdan.
Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) li ser hesabê twitterê daxuyanî da û got: “Girtiyên jin Girtîgeha tîpa T a Xerpêtê yên li dijî ferzkirina nasname û kartê ji 1'ê Mijdarê heta niha di greva birçîbûnê de bûn, piştî rêveberiya girtîgehê dest ji ferzkirina nasnameyê berda, dawî li çalakiyê anî.