STENBOL - Daxwaza beraeta akademîsyenên Zanîngeha Kadîr Has Dr. Ceren Lord û Dr. Çigdem Bozdag Bucak ên danezana aştiyê ya "Em nabin şirîkê vî sûcî îmze kirin" hat red kirin.
Danişîna doza Akademîsyenên ji ber danezana "Em nabin şirêkê vî sûcî" îmze kirin tên darizandin li 35'emin Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê berdewam kir. Di danişîna îro de Akademîsyên Zanîngeha Kadir Hasê Dr. Ceren Lord û Dr. Çigdem Bozdag Bucak hatin darizandin. Ji ber ku akademîsyen Lord li dervê bajar bû, beşdarî danişîna dozê nebû. Prz. Emine Durmuş, li ser navê Lord parastin kir û xwest bi lezgîn muwekilê wê beraet bikin. Durmuş, anî ziman ku muwekîlê wê li ser esasê azadiya ramanê fikra xwe aşkere kiriye û xwest li gorî xala 301 a TCK'ê bê beraetkirin.
Li ser daxwaza parêzer heyeta dadgehê doza Lord taloqî 26'ê Hezîranê kir.
DAXWAZ RED KIRIN
Danişîna doza Dr. Çigdem Bozdag Bucak li heman salonê hat dîtin. Di danişinê de Parêzerên Bucak Melike Polat 2 daxwaznameyên cuda pêşkêşî heyeta dadgehê kirin. Prz. Polat xwest bi lezgîn muwekila wê beraet bibe. Prz. Polat disa xwest doza Bucak bi ya akademîsyen Esra Mungan, Kivanç Ersoy, Muzaffer Kaya û Meral Camci re bibe yek.
Heyeta dadgehê daxwaza parezer red kir û doz taloqî 26'ê Hezîranê kir.