NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Dadê aşkera kir ku ji 14'ê Mijdara 2017'an pê de li girtîgehan 624 zarok bi dayikên xwe re girtî ne.
Parlamentera CHP'ê ya Stenbolê Gamze Akkuş Îlgezdî, ji bo zarokên girtî pirsname dabû Wezareta Dadê. Wezareta Dadê pirsên Parlamentera CHP'ê Akkuş bersivand û diyar kir ku zarokên temenê wan di navbera 0-6'an de 624 zarok bi dayikên xwe re girtî ne. Li gorî daneyên Wezaretê li gorî salên borî ji sedî 20 zêde bûn. Wezareta Dadê da zanîn ku ji 14'ê Mijdara 2017'an pê de li girtîgehan 624 zarok bi dayikên xwe re girtî ne.