ŞIRNEX - Doza her du birayên li navçeya Silopiyê di binê panzerê de jiyana xwe ji dest dan, de dest pê kir. Lê rojnameger negirtin hundur.
Di 3'yê Gulana 2017'an de li Taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiya Şirnexê, panzera polîsan dîwarê malekî kun kiribû û di malê de Furkan ê 6 salî û Muhammedê 7 salî yên birayên hev qetil kiribûn. Doza der barê polîsên bi navê Omer Yegît û amîrê wî Murat Maden de hat vekirin, danişîna 2'yemîn a dozê dest pê kir. Dadgeh der barê polîsê ku bû sedema mirina zarokan de, bi sûcdariya "bi zanebûn ji kesekî zêdetir mirov kuştiye" ji 2 salan heta 15 salan ceza dixwaze. Doza der barê her du polîsan de il 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê tê dîtin.
Di danişîna dozê de bavê her du zarokan Mesût Yildirim amade bû, Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrevan Elçî û parêzerên ji buroyên cuda ên wekî Amed û Enqereyê jî doz şopandin.
ROJNAMEGER NEGIRTIN HUNDUR
Rojnamegerên ku xwestin dozê bişopînin, serokê dadgehê ferman da û rojnameger negirtin hundur.
DÊ POLÎS WEKÎ ŞAHID BÊ GUHDARKIRIN
Her du polîsên ku bê girtin tên darizandin, tev li dozê bûn an na, nehat hînûn. Hat diyarkirin ku dê Midurê Polîsan ê Silopiyê û hin polîs wekî şahid bên guhdarkirin.