STENBOL - Akademîsyenên ku hezar û 123 îmze kom kirin û gotin ku "Em ê nebin hevkarê vî sûcî", li ber Edliyeya Çaglayanê hatin gel hev û ev tişt gotin: "Em di daxwaza xwe de bi israr in! Em ê nebin hevkarê vî sûcî."
Akademîsyenên aştiyê bi îmzeyên xwe gotin ku "Em ê nebin hevkarê vî sûcî" û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li bajarên Kurdistanê. Ji ber vê hewldana akademîsyenan der barê wan de doz hat vekirin û akademîsyen dîsa li pêşberî dadgehê ne. Akademîsyenên aştiyê li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî dan û aşkera kirin ku ew di biryara xwe de bi israr in û ew ê bi tu awayî paşve gav nevêjin û nebin hevkarê tu sûcî.
‘EM HETA DAWIYÊ LI PEY BIRYARA XWE NE’
Akademîsyen Ozgur Muftuoglu yê bi Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) hat îxrackirin, da zanîn ku piştî wan danezan bi raya giştî re parve kiriye, gef li wan xwarine, gelek akademîsyen girtin bin çavan, beşeke wan hatine girtin û beşeke zêde ji kar îxarc kirine. Muftuoglu diyar kir ku herî dawî bi sûcdariya "Propagandaya rêxistinê" li Dadgeha Cezayê Giran tên darizandin û ev tişt got: "Armanca me ya îmzekirina danezanê, xwesteka aştiyê ye, bila zarok nemirin. Em wekî akademîsyen û welatî, aştiyê diparêzin û ev peywira me ye. Em ê heta dawiyê li pey biryara xwe bin."
‘AŞTÎ XWESTIN NE SÛC E’
Piştî Muftuoglu, akademîsyenên bi navê Ayşe Erzan, Fadîme Gok û Zelal Ekîncî daxuyanî xwendin û aşkera kirin ku dê li 35'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 2 akademîsyen derkevin pêşberî dadgehê, di nava 2 salan de 500 akademîsyen ji kar îxrac kirine, di 15'ê Nîsana 2016'an de 4 akademîsyen heta 22'yê Nîsanê girtî mane, Mehmet Fatîh Tiraş ê di 25'e Sibata 2017'an de ji Zanîngeha Çukurovayê avêtin întixar kiriye.
Akademîsyenan destnîşan kir ku ew ê li dijî tundî, zilim û bê edaletiyê gotina xwe bêjin û xwedî li aştiyê derkevin. Piştî daxuyaniyê akademîsyen derbasî edliyeyê bûn.