RIHA - Jinên Rihayî bertek nîşanî daxuyaniya Diyanetê da û diyar kir ku hişmendiya Diyanetê hişmendiya DAÎŞ'ê ye. Jinan anîn ziman ku heta niha wan çawa li dijî DAÎŞ’ê di ber xwe dan, dê li dijî Diyanetê jî di ber xwe bidin.
Bertek û nerazîbûna li dijî daxuyaniya Serokatiya Karê Diyanetê zêde dibe. Jinên Rihayî, di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li avahiya DBP'ê ya Rihayê kom bûn û li dijî daxuyaniya Diyanetê bertekên xwe anîn ziman. Li ser navê jinan Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Sema Aîşeoglu, diyar kir ku tevî hemû îtîrazên jinan zagona muftîtiyê di meclîsê re derbas kirin û wiha got: "Bi vê guhertina zagonê jin û zarok kirine hedef. Saziya Diyanetê ji dîrokê heta niha hemû baweriyên din înkar kiriye û bi hişmendiya yekperestiyê tev digere.
Diyanet saziyek dijdemokratîk e. Bûye saziya ku piştgiriyê dide polîtîkayê AKP’ê yên dijminantiya jinê dike. Hişmendiya Diyanetê hişmendiya DAÎŞ'ê ye. Jinan anîn ziman ku heta niha wan çawa li dijî DAÎŞ’ê di ber xwe dan, dê li dijî Diyanetê jî di ber xwe bidin. Em bang li hemû jinan dikin ku perspektîfa Îslama Demoratîk têxin meriyetê."