BEDLÎS - Şaxa ÎHD'ê ya Bedlîsê, li Goristana Xerzanê lêkolîn kir û rapor amade kir. ÎHD'ê diyar kir ku gor vala kirine û hestiyek ji nehiştine.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Bedlîsê, li Goristana Xerzanê ya Olaka Jêrin a 267 cenaze jê hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê lêkolîn kir. Piştî lêkolînan ÎHD'ê raporek amade kir û da zanîn ku malbatan serî li wan dane, wan li goristanê lêkolîn kir, dê rapora ku amade kirine bi raya giştî re parve bikin.
MALBATAN SERLÊDAN KIR
ÎHD'ê destnîşan kir ku wan di 24'ê Kanûna 2017'an de li Goristan Xerzanê lêkolîn kiriye û ev tişt got: "Îdiayên ku ketibûn rojeva raya giştî; goristan hatine xirabkirin, beyî agahiya malbatan cenaze ji goran derxistine û şandine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Piştî malbatakê serî li Serdozgerê Komarê yê Bedlîsê da, bûyer bi rêya çapemeniyê hat bihîstin û li ser medyaya civakî belav bû. Der barê bûyerê de serî li komeleya me jî dan û daxwaz hat kirin ku li goristanê lêkolîn bên kirin. Biryara destpêkê jî ew bû ku divê li cihê bûyerê lêkolîn bên kirin û ji bo li herêmê lêkolîn çêbin, serokê komeleya me û endamên lijneya rêveberiyê hatin peywirdarkirin."
'KEVIRÊN GORAN ŞIKANDINE’
Li gorî agahiyên heyeta ÎHD'ê, goristan bi tevahî hatiye rûxandin û ev agahî hatin parvekirin: "Di lêkolînên ku hatin kirin de; qada goristanê ya li gundê Oleka Jorîn a girêdayî navenda Bedlîsê, bi maşîneyên kar rûxandine, piştî lêkolînê diyar bû ku gor vala ne, li herêmê beton û rûxandinek mezin heye, li qada goristanê gelek kevirên goran ên kesk, sor û zer ku nivîs û sembol li serin, hatine dîtin. Li herêmê tu hestiyên aydê cenazeyan nehatine dîtin. Di dema lêkolînê de bi kurtî vîdeo û çend wêne hatine kişandin."
Li gorî agahiyan heta niha 5 malbatan serî li komeleyê daye, ÎHD, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) aşkera kirin ku ew ê mudaxîlê pêvajoyê bibin.