ENQERE - Pisporê polîtîkayên Rojhilata Navîn Îlhan Uzgel, der barê geşedanên li Rojhilata Navîn û Tirkiye nirxandin kir û diyar kir ku heta Tirkiye siyaseta xwe ya hundir û derve neguherîne nikare ji nava krîzê derkeve. Uzgul, anî ziman ku Amerîka naxwaze bi Erdogan re kar bike û Rûsya jî baweriya xwe bi Erdogan nîne.
Li Rojhilata Navîn û Tirkiye geşedanên germ pêş dikevin. Her roj li Tirkiye û Rojhilata Navîn geşedanên nû pêk tên. Pisporê Rojhilata Navîn û Akademîsyen Îlhan Uzgel, li ser polîtîkayên Tirkiye û geşedanên li Rojhilata Navîn nirxandin kir. Uzgel, bal kişand ser geşedanên li Îranê û anî ziman ku li Îranê demek dirêj e enerjiyek potansiyel heye û wiha got: "Piştî rejîm ket ferqa vê yekê der barê jinan de hin polîtika nerm kirin. Ji bo serîgirtina jinan hin qedexe sist kirin. Niha bêtir di çîna jêr û bajarên muhafazakar de çalakiyan rû da. Rejîma Îranê ji bo çalakî û serhildanên ku ji çîna jêr de dest pê dike negêje çîna navîn hewldanên taybet pêş dixe. Heta ku rejîm xwe neguherîne û daxwazên gel neyên bersivandin dê çalakiyên li kolanan berdewam bike. "
'HÊZA ESAD TUNE KU HERÊMA KURDAN BI DEST BIXE'
Uzgel, bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriye de jî û wiha got: "Her çend rejîm bixwaze herêmên kurdan bi dest bixe jî hêza wê têr nake. Piştî Sûriye ji DAIŞ'ê hat paqijkirin dê dest bi hêzên muxalif yên din bikin. Heta ku ji destê rêveberiya Esad tê dixwaze serdestiya xwe ya li Sûriye biparêze. Berî her tiştî bijarteya wî Artêşa Sûriyeya Azad e. Îhtîmalek mezin heye ku bixwaze Tirkiye ji nava axa Sûriye derkeve."
Uzgel, da zanîn ku her çend rejîma Esad bixwaze Rojava têxe bin kontrola xwe jî hêza wî tune û wiha berdewam kir: "Bazara di navbera kurd, DYA, Rûsya û Sûriye de dê hin tiştan bêtir ronî bike. Bi awayekî stratejîk pêwiste DYA li Bakurê Sûriye bimîne. Ji bo vê yekê jî divê Rojava bibe herêmek xweser. Dibe ku di sala 2018'an de zextên li ser Îranê zêde bibin. Zextên rêveberiya Trump a li ser vê herêmê dê zêde bibin. Di serî de Erebîstana Siûdî welatên Sunnî wekî blokekê dê li dijî Îranê rawestin. Dê bêtir di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de enî fireh bibe."
'DI POLÎTÎKAYÊN TIRKIYE YÊN DERVE DE GUHERTIN ÇÊNABE'
Uzgel, destnîşan kir ku zêde ne li bendêye Tirkiye di polîtîkayên xwe yên derve de guhertinan çêke û wiha lê zêde kir: "Polîtîkayên Tirkiye yên derve yên di sala 2018'an de jî wekî berê berdewam bikin û guhertin çênabin. Tirkiye dê hewl bide ku bi DYA re têkiliya xwe baş bike. Lê DYA nêzîk nabe. Lê ji bo Tirkiye vê tengasiyê derbas bike xwe dispêre Rûsya. Li Tirkiye heta polîtîkayên navxweyî neguhere polîtikayên derve jî nayên guhertin. Nezîkatiya li hemberî kurdan her tiştî diyar dike. Tirkiye xwest ji bo têkçûna rejîma Esad PYD'ê bike hevkarê xwe. Lê j ber ku PYD nebû hevkarê wê vê carê li dijî Kurtan eniya xwe pêş xist. Rûsya û DYA dûrî plan û projeyên Tirkiye radiweste. Xuya dibe ku Tirkiye dê hêza polîtîkayên xwe yên derve hemûyan ji bo kurd nebin xweser xerç bike.
HETA TIRKIYE REFORMA NAVA XWE PÊK NÎNE NIKARE BI YE'ê RÊ TÊKILIYÊ RAST BIKE
Uzgel, da zanîn ku Tirkiye dixwaze ji nûve têkiliyên xwe yên bi Yekîtiya Ewropa (YE) re rast bike û wiha got: "Ji bo têkiliyek rast bi YE'ê re pêş bikeve divê berî her tiştî Tirkiye di nava xwe de reformê pêk bîne. Heta Tirkiye di nava xwe de guhertin pêk nîne ne pêkan e bi YE re têkiliyê dîne.
DYA NAXWAZE BI TIRKIYE RE BIXEBITE RÛSYA JÎ PÊ BAWER NABE
Uzgel, herî dawî da zanin ku DYA naxwaze bi Tirkiye û Erdogan re bixebite û Rûsay jî bawriya xwe bi Tirkiye û Erdogan nîne û wiha got: "Rêveberiya Amerîka naxwaze bi Erdogan re kar bike. Rûsya jî baweriya xwe bi Erdogan nîne."
MA / Kenan Kırkaya