BURSA - Asiye Ozluk, diyar kir ku birayê wê Ugur Ozluk nexweşê şîzofrenî ye û 5 mehin bi tena serê xwe li Girtîgeha tîpa H a Eskîşehîrê di yek hucreyê de tê girtin. Ozluk, anî ziman ku gardiyanan êrîşî birayê wê kiriye û 2 caran hewl daye întîhar bike.
Ugur Ozluk ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskişehîrê girtî ye 5 mehin her çi qas nexweşiya şîzofreniyê pê re heye jî di hucreya yek kesî de tê girtin. Ozluk di Çileya 2016'an de di pêvajoya qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de tevî heyeta HDP'ê ya Bûrsayê hat Bajaroka Girê Mîra û nobet girt. Ugur Ozluk, li Navçeya Înegolê ya Bûrsayê ji ber cezayê wî yê hatiye erêkirin hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Bursayê. Ozluk ji wir jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê kirin. Herî dawî jî ji Bandirmayê sewqî Tîpa H a Eskişehirê kirin. Ozluk, nêzî 5 mehin di hucreya yek tîp de tê girtin.
'GARDIYANAN ÊRÎŞÎ WÎ KIR'
Ozluk, piştî hat girtin û sewqî girtîgeha Eskîşehîrê hat kirin, cezayê hevdîtina bi malbatê re lê hat birîn. Xwişka Ugur Ozluk, Asiye Ozluk diyar kir ku birayê wê nexweşê şîzofrenê ye û li Nexweşxaneya Ruh û Damargiriyê ya Bakirkoyê mehekê hatiye dermankirin. Ozluk da zanîn ku birayê wê li Girtîgeha Tîpa H a Eskişehirê 2 caran gerdiyanan bi awayekî komî êrîşî wî kirine û wiha got: "2 caran û her carê jî 3 gardiyan bi hev re êrîşî wî kirine." Ozluk, anî ziman ku gefên "Em nahêlin PKK'î li vir bijîn. Ne fikir in ku em we li vir xwedî bikin. Em dê laşê we bişînin ji malbatên we re" li birayê wê xwarine û herî dawî ev tişt gotin: "Herî dawî dema ez çûm hevdîtina girtî ya birayê xwe şopê lêdanê hebûn. Xuya bû ku li birayê min dane. Birayê min ji ber zextên li ser wî tê meşandin heta niha 2 caran xwest întîhar bike. Ewlehiya birayê min tune ye. Me serî li Wezareta Dadê da, lê wezaretê ne daxwazên me red kir û ne jî qebûl kir. Tu bersîv nedaye me. Li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehirê girtiyên siyasî tune ne. 5 mehin di hucreya yek kesî de tê girtin. Em ji ewlehiya birayê xwe bi fikar in."