ŞIRNEX - Li Cizîrê, cihê Pirtûkxaneya Gel a Navçeyê ya girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê hat guherandin. Hat hînbûn ku mehane bi beramberiya 10 hezar lîreyî pirtûkxane veguhastine avahiyeke aîdî Kamîl Atakê ku navê wî di gelek cinayetên" kiryar nediyare" re derbas dibe û bi nêzbûna xwe ya JÎTEM'ê tê nasîn.
Li Cizîra Şinerxê, cihê Pirtûkxaneya Gel a Navçeyê ya girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê ku di avahiyeke aîdî şaredaariyê de bû hat guherandin û li avahiyeke 3 qatî hat bicihkirin. Avahiya ku niha pirtûkxane veguhastinê berê ji bo yûrdê tahsîsî Cemaeta Gulenê hatibû kirin. Hat hînbûn ku ev avahî ya Kamîl Atak e ku di salên 90'î de navê wî di gelek cinayetên" kiryar nediyar" de derbas dibû û bi nêzbûna xwe ya JÎTEM'ê tê nasîn. Berê Teşkîlata Navçeyê ya Partiya Dogrû Yolê (DYP) jî li vê avahiyê bi cih bûbû û hat diyarkirin ku ji bo pirtûkxaneyê mehê 10 hezar lîre heqê kirê tê dayîn.
CIHEKÎ KU XWENDEKAR LÊ RÛNÊN TUNE YE
Li vê pirtûkxaneya ku hema bêje kes naçê, tenê li eywanekê pirtûkên hema bêje rizandî hene û odeyên mayî jî hemû vala ne. Ji bilî beşa ku ji bo îdareya pirtûkxaneyê û eywana wê tê bikaranîn wekî din cihên din ên avahiyê nayên bikaranîn. Her wiha ji bilî vê li odeyekê kompîturên kevn hene. Li vê pirtûkxaneya ku hema bêje hin xebatkarên wê jî serî lê nadin, xwendekarên tênê jî ji ber cihê rûniştinê nabînin paşve vedigerin.