AMED - Înîsiyatîfa Mafan, cezayê li parlamenterê HDP'ê yê Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken hat birîn rexne kir û anî ziman ku cezayê li Balûken hatiye birîn zerarê dide aştî û edaletê.
Nûnertiya Înîsiyatifa Mafan a Amedê 16 sal û 8 meh cezayê ku Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken birî rexne kir. Înîsîyatifê têkildarî ceza daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku maxulif bi destê darazê tê bêdengkirin û cezakirin. Înîsiyatifê salên 1990’an bibîr xist û wiha got: "Di salên 1990'an de parlamenterên DEP'ê hatin binçavkirin û hatin cezakirin. Niha heman dîmen tê dubarekirin. Dema em li cezayê li Îdris Baluken û wekilên wekî wî yên girtî hatiye birîn dinerin, em dibînin ku ev li dijî azadiya kursiyê ye. Dîsa li dijî azadiya meş û xwepêşandanan e. Balûken di nava heyeta Îmraliyê û mutabakata Dolmabahçe ya ji bo çareseriyê ku civaka Tirkiye û gelê Kurd bi salan in li heviya wê ne de cih girt."
Înîsiyatifê da zanîn ku cezayê li Balûken hatiye birîn zerarê dide aştî û edaletê. Înîsiyatifê dîsa OHAL jî rexne kir û xwest demildest OHAL bê rakirin.