STENBOL – Komîsyona Li Dijî Cudakarî û Nijadperestiyê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê li ser jinên trans ên girtî tecrît pêk tê û pêkanînên cudakariyê şermezar kir.
Komîsyona Li Dijî Cudakarî û Nijadperestiyê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê bi boneya li dijî jinên tarans Buse û Dîren ên li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê zext pêk tên û tacîza li wir bidin bihîstin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya komeleyê pêk hat. Di civînê de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, endamên ÎHD’ê û LGBTÎ’yê amade bûn.
'TECRÎDÊ PÊK TÎNIN’
Eren Keskîn daxuyanî da û diyar kir ku Buse û Dîren du jinên trans ên li nasnameya zayendiya xwe xwedî derdikevin û got: “Buse girtiyek muebet a bêparêzer a ku li DGM’a Erziromê hatiye darizandin. Girtiyek siyasî ye. Dîren jî bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye’ hatiye darizandin û 3 sal ceza girtiye. Ew jî girtiyek siyasî ye. Hêj dê Buse 17 salên xwe li girtîgehê derbas bike. Dîren jî dê salek din şûn ve tahliye bibe. Her du jî li girtîgehê di bin tecrîtê de tên ragirtin.”
Keskîn destnîşan kir ku li gel girtî jinên trans in jî dem bi dem ji aliyê gardiyanên zilam ve bi destan tên lêgerînkirin û wiha got: “Gardiyan û leşker ji bo wan biçûk bixînin bênavber ji wan re dibêjin ‘begefendî’ ya jî bi gotinên baviksalarî bangî wan dikin.”
Keskîn da zanîn ku ji bo şert û mercên her du jinên trans baş bibin her çiqas serî li saziyên pêwendî dane jî bersiva wan nehatiye dayîn û xwest ku şert û mercên wan demil dest bên başkirin.