ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Abdullhalîm Kirtay (70) ê li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê tê girtin, ruxmê hemû serlêdanan jî dermankirina wî dereng xistin û nexweşiya wî girantir bû. Herî dawî Kirtay li Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê emelyat bû.
Girtiyê nexweş Abdullhalîm Kirtay ê 70 salî, li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê ya Balikesîrê tê girtin, ji ber ku dermankirina wî dereng xistin, nexweşiyên wî her ku çû giran bû, herî dawî hêkên wî werimîn û teqiyan. Kirtay rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Burhaniyeyê û di beşa lezgîn de derman kirin. Piştî derziyek li Kiryat dan û ew careke din şandin girtîgeh, lê dîsa rewşa wî xirab bû.
Kirtay ê nexweşiya wî giran bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê û emelyat bû. Kirtay hêj li nexweşxaneyê tê dermankirin, dê dîsa bê emelyatkirin.
Kirtay li nexweşxaneyê tê girtin, nahêlin ji malbata wî kes li gel bîmîne û alîkariyê bidê
‘JI BER DESTÛRA DOZGER TUNE, ZÊDE AGAHIYAN NADIN’
Kurê Kirtay Hanîfî Kirtay, diyar kir ku ji ber nexweşiyên bavê wî wan xwestiye bê tahliyekirin û dixwezin raporê bistînin, lê tu encam bi dest nexistine. Kirtay, da zanîn ku ji ber ku destûra dozger jî tune, ew der barê rewşa bavê xwe de agahiyan jî nagirin, xwest bavê wî serbest bê berdan.
HÊKÊN WÎ TEQIYAN Û DERJÎ KIRIN EW ŞANDIN
Abdullhalîm Kirtay 25 sal e di girtîgehê de ye. Girtiyê bi navê Hayrettîn Adak ê li heman girtîgehê ye, rojên borî nameyek şandibû û der barê rewşa Kirtay de agahî dabû.
Adak di nameya xwe de aşkera kiribû ku Kirtay di 16'ê Kanûnê de aciz bûye, piştî ew rakirine nexweşxaneyê bijîşkan teşhîsa hemoroîdê daniye ser û derman danê ew şandine girtîgehê.
Adak destnîşan kiribû ku tu feydeya dermanên ku dane Kirtay, jêre çênebûye û di 21'ê Kanûnê de hêkên wî werimî ne, bijîşkan nexwestiye Kirtay bibînin. Adak, got ku piştî êşên wî giran bûne, wan Kiryat rakiriyiye nexweşxaneyê û ev tişt gotibû: "Li nexweşxaneyê pirsa 'tu ji ku yî' lê dikin û piştî dibêje 'ez ji Amedê me' derziyê lê dixin û dişînin û rojek şûn de hêkên wî diteqin."