NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadî dê di 19’ê Çileyê de kongreya xwe ya damezirandinê li dar bixe.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya ku ji aliyê Iraqê ve bi fermî wekî partiyeke siyasî hat naskirin, li gorî qanûnan divê di nava 3 mehan de kongreya xwe li dar bixe. Tevgera Azadî ragihand ku ew ê 1'emîn Kongreya xwe ya damezirandinê di 19’ê Çileya 2018’an de li dar bixin.
2 HEZAR ENDAMÊN WÊ TEV LI DIBIN
Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî ji Rojnewsê re axivî û ev tişt got: “Piştî serlêdana me ya ji bo Saziya Partiyên Siyasî û Rêxistinan a Iraqê ya di 4’ê Kanûna 2017’an de, li gorî qanûna 139’an destûra me ya damezirandinê hat dayîn. Li gorî van qanûnan divê heta 3 mehan em kongreya xwe ya damezirandinê li dar bixin. Me jî biryar da ku em kongreya xwe di 19’ê Çileya 2018’an de li dar bixin.”
Dê 2 hezar endam beşdarî kongreyê bibin û heyeteke ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê jî bi peywira çavdêriyê dê beşdarî kongreyê bibe.
Piştî kongreyê tê payîn ku buroyên partiyê werin vekirin.
Tevgera Azadî ligel ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê bi awayê fermî tê naskirin jî li Herêma Federal a Kurdistanê tê astengkirin.