NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îlham Ehmed, li ser geşedan û polîtîkayênk li Îdlibê pêş dikevin û helwesta Tirkiye ya li hemberî Îdlibê nirxandinên girîng kirin. Ehmed, anî ziman ku rejîm, Rûsya û Îran dixwazin bajar desteser bikin û Tirkiye jî amadekariyên nû dike.
Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demorasî Îlham Ehmed, di quncikê îro yê rojnameyê de bal kişand ser geşedan, lîstik û planên rejîm, Rûsya Îran û Tirkiye. Ehmed, destnîşan kirku îro şerek giran li ser Îdlîb bi rêve diçe û wiha got: "Her rengê komên çekdar ên sûrî li wir hatin komkirin. Cebhet El Nusra li wir pir xurt xwe bi rêxistin kiriye. Dêjîm, Rusya û Îran di nav hewldanên desteserkirinê de ne. Tirkiye amadekariya ketinek cidî ya wî bajarîre dike. Di nava heft salên borî de, gelek koçberî çêbû. Xelkên dervî wê herêmê hatine wir. Niha em dikarin bêjin, ger berê rêjîmê ew bajar ji bîr kiribû, niha xelkê wê jî êdî hevdû nasnakin. Ji ber ewqs demografiya wê hatîye guhertin.
Xelkê Idlîb ji ber siyasetên înkar ên rêjîm li ser wê bi kar aniye û hatiye îhmal kirin, ji Îdlib re gotine bajarê ji bîr kirî. Ev rastiyek pir bi êşe ji bo wan. Yek ji sedemên ku xelkê hem bûn muxalefet, hem jî heya naha li ber xwe didin li dijî rêjîmê. Hejmarek zêde hem di nava El Nusra de cih digrin, hejmarek jî di nava muxalefetê de."
Ehmed, da zanin ku hêviya gelê Idlibê bi guhertinê hebû û wiha berdewam kir: "Pir bi cidî dixwestin rêjîm were guhrtin yan jî têk biçe. Bi wextê re dema ku muxalefet ji xeta rikberiyê derket û xizmeta aliyan kir, ew gel şikest û bi çi rengî be her xwest ku ev rêjîm bi dawî bibe, ji komên çekdar û El Nusra xelas bibin. Baweriya xwe bi Tirkiye anîn, dîtin ku dewleta Tirkiyejî ew firotin rêjîma baasê. Niha jî car din ketine ser rêya koçberiyek nû."
Îlham Ahmet da zanîn ku bajarê ewqas hatibû îhmal kirin, îro şerê herî dijwar li wir pêş dikeve û wiha berdewam kir: "Hesabên mezin li ser wê herêmê tên kirin, xuya dibe ku biryarên astana bi taybet biryara avakirina herêmên kêm stres, li îdlîb têk çû. Êdî rastiya kê çiye ew derdikeve holê. Tirkiye xwest Rusya û Îran bixapîne, wan jî xwestin Tirkiye bixapînin. Lê êdî derfetên xapandinê nema ye. Ji ber rewşa Idlib li ber çav e. Qadên lê zivrandinê ne mane. Tenê Idlib ewjî êdî maskan dixîne. Ji bo wê di destê kê de çi kaxez hene mecbûrin derxin holê."
Ehmed, bal şikand ser helwesta Cebhet El Nusra û wiha lê zêde kir: "Cehbet El Nusra wê rê bide tunebuna xwe yan wê li berxwe bide? Heya niha xuyaye bi rêjîma Sûrî re katiye nava hevkariyekê. Deverên di deste wan de bi rihatî bi destê rêjîmê de ber dide. Ji lewra rêjîm di demek kinde pêş de çû. Rêjîma Tirkiye, hîn bi hêviye ku di Idlib de baskê xwe fireh bike û ji wir derbasî Efrîn bibe, her roj vê pilanê dixe rojeva her kesî, pê her kesî tehdîd dike u mijul dike, got em tên şerê el nusra bikin, lê ber her kesî bi wan re li hev kir u çu efrîn durpêç kir. Nahajî ditrse ku bi temamî bikeve destê rêjîm, lê ji bu wan ewjî ne pirsgrêke, pirsgrêka mezin ewe ku li wir rêveberiyek demokratî çê bibe. Bi rexmî ku pilana kurdan çûna behra sipî nîne, lê dixe serê her kesî ku bi vê pilana degirkeriya xwe çûna kurdan behra sipî asteng dike. Hebûna xwe a li xaka Surî dixwaze rewa bike û dernekeve, piştî Idlib kare Tirkiye li Surî namîne dibe xwe bigre û derkeve. Ew vê naxwaze. El Nusra jî viya wek mewziya dawî ji bo xwe dibîne. Her wiha rêjîm jî dixwaze her dera Surî mîna berê kontrol bike."
Ehmed, herî dawî bal kişanr ser rojên pêş ên li Îdlibê û wiha bi dawi kir: "Ji bo wê jî xuyaye şerê Idilib wê pir dijwar be. Trajediyek din ji bo gelê Surî tê jiyandin. Êdî Sotşî, Astana çiqas wateyê wê hebe em nizanin.Ji xwe Astana bi armanca teslîmkirina herêmên bin kontrola komên çekdarê muxalefetê de dest pê bû. Astanajî bi armanca rewakirin u serkeftina rêjîm tê li dar xistin. Bi destekirina Rûsya ji rêjîma baas re bi vê şêwazî xwe jî dixe rewşeke giran. Heya niha bi deh hezaran xelkê sivîl hatine kuştin. Topbarana li ser Idlîb dibe di encama wê de zarok sivîl jiyana xwe ji dest didin. Birînên kûr li wîcdana civakê vedibin. Kî dê van birîna derman bikin. Ger li pey hev hemlên şer li pêş ketin, her hemlek bi navî şerê hinek gropan dest pê bû. Girêdayî bi rewşa Îran ya nu jî hinek guhertin, Îran wê bixwaze mewziyên li Surî bi dest xistine ji dest xwe bernede, lê mîna berê wê çiqas bi bandorbe ew ne garantiye. Lê rêjîm çawa dikare xwe kom ser hev bike ewjî ne misogere. Dibe ku Sotşî bêje rêjîm bi serket. Lê serkeftina rêjîm bi çi pîvana tê binavkirin, ger serket û welatek tijî xwîn, xerabe, nefret, tirs, tola ji hev rakirin hebe, ew çi serkeftin e? Qet û qet ew nabe serkeftin. Dijberî wê ew binkeftinek mezin e."