ÎZMÎR – Endama PKK’ê Dîcle Bozan a ku lingekî wê hat jêkirin û bi giranî birîndare ji ber nexweşiya roviyan ew sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê kirin. Ji bo dermankirinê jê re gotin “dor heye” û di hucreya yek kesî de tê ragirtin.
Di nîsana 2017’an de li Dêrsimê di pevçûnekê de endama PKK’ê Dîcle Bozan bi giranî birîndar hat girtin. Bozan piştî hat girtin ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê. Lingek Bozan hat jêkirin. Nêzî mehek berê Bozan ji bo dermankirinê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hat kirin.
LI HUCREYA YEK KESÎ TÊ RAGIRTIN
Piştî emeliyatê roviyên Bozan li derve ne û hêj ji lingê xwe din birîndar e. 9 meh in Bozan li benda emeliyatê ye. Hat zanîn ku Bozan ji bo dermankirinê şandine Girtîgeha Tîpa R a Menemenê û ji bo dermankirinê jê re gotine “dor heye” û nehatiye emeliyatkirin. Hat hînbûn ku Bozan li hucreya yek kesî tê ragirtin û dema derdikeve hewşê bi tena serê wê derdixin. Hat zanîn ku xetereya rewşa tenduristiya Bozan didome.
Berdevka Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re ya Îzmîrê Selma Altan destnîşan kir ku Bozan li benda emeliyatê ye û ji bo girtîgehek din sewqê daxwaz kiriye.