AMED – Parlamentera HDP'ê ya Amedê, diyar kir ku wan li ser agahiyên MÎT'ê yên der barê cînayeta 3 jinên kurd ên li Parîsê parvekirin, pêşniyarnameya lêkolînê dan meclîsê û wiha got: "Li ser agahiyên MÎT'ê me carek din pêşniyarnameya lêkolînê da meclîsê. Em bawer dikin ku dê rengê lêpirsîna dosyayê bê guhertin."
Di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê 3 jinên siyasetmedarên kurd Sakînê Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Der barê vê bûyerê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca pêşniyara lêkolînê da Meclîsa Tirkiyeyê. Uca ji roja çûye Meclîsê heta niha cara çeremîn pêşniyara lêkolînê da meclîsê. Heta niha tu pêşniyarek Uca nehat qebûlkirin. Heta niha komkujiya Parîsê bi her aliyê xwe nehatiye ronîkirin û her dawî KCK’ê der barê rêveberên MÎT’ê yên desteser kirin de agahiyên girîng dabû û di vî warî de hikumeta Tirkiyeyê hêj bêdengiya xwe diparêz e.
‘TÊKOLIYA MÎT’Ê YA KOMKUJIYÊ DERKET HOLÊ’
Uca destnîşan kir ku xwestin bi komkujiya Parîsê peşkê li pêvajoya çareseriyê bixin û qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ne tesadûfiye. Uca da zanîn ku der barê geşedanên têkildarî MÎT’ê de ji bo Komîsyona Lêkolîna Meclîsê bê avakirin pêşniyara lêkolînê daye û got: “Em dizanin têkiliya MÎT’ê û Omer Guney bi hev re heye. Divê bersiva Omer Guney çend cara hatiye Tirkiyeyê û çend caran derketiye bê dayîn. Qeydên deng derketin holê. Em dizanin ku Omer Guney vî karî bi tena serê xwe nekiriye. Gelek pirs hene. Lê buyer nehatiye ronîkirin.”
‘LI GORÎ AGAHIYÊN NÛ ME PÊŞNYAR DA’
Uca anî ziman ku di 3 salên dawî de di her salvegerê de pêşniyara lêkolînê dide meclîsê û wiha axivî: “Ji bo bûyer bê lêkolînkirin û ronîkirin bi israr me pêşniyara lêkolînê da. Her car ev pêşniyarên me ji aliyê meclîsê ve hatin redkirin. Pêşniyara herî dawî me da gelek girîng bû. Çunkî agahiyên nû derketine holê hene. Du rêveberên paye bilind ên MÎT’ê ku çûn operasyonê ji aliyê PKK’ê ve hatin desteserkirin. Piştî desteserkirina van kesan gelek agahiyên zêde derketin holê. Di komkujiya Parîsê de rola MÎT’ê çi ye? Agahiya desthilatdariyê ji vê hebû û her tim vê yekê diaxivî. Van agaahiyên her du kesan daye van mijaran ronî dikin. Li gorî agahiyên nû me pêşniyara lêkolînê da Meclîsê.”
‘RENGÊ DOSYEYÊ GUHERÎ’
Uca diyar kir ku divê Meclîs hemû pirsên wan bibersivîne û ev tişt got: “Komkujî bi destê MÎT’ê pêk hatiye. Heta ev kesên berpirsyar neyên darizandin dê komkujiyên nû pêk bên. Yê ku komkujiyê plan kirine divê derbixin pêşberî darazê. Komkujiya li Silopiyê jî ji vê komkujiyê ne cuda ye. Rengê dosyeya komkujiya Parîsê êdî guheriye. Çunkî êdî navên hatine tespîtkirin hene. Yên ku heta niha digotin agahî di destên me de tune ne lê êdî nikarin bahaneyan bibînin, tenê dê wan kesan bidarizînin.”