STENBOL - Polîsan li Stenbolê bi ser gelek malan de girt. Polîsan akademîsyen Veysi Altintaş, nivîskar Guneş Daşli, û Serokê Rêveberiya TV10 a bi KHK'ê hat girtin Velî Buyukşahin jî di navde 29 kes binçav kirin.
Polîsan serê sibê li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin û herî kêm 29 kes biçnav kirin. Yekîneyên girêdayî TEM'ê ya Stenbolê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de Akademîsyenê aştiyê yê danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" imze kir Veysi Altindaş, Nivîskar Guneş Daşli û Serokê Lijneya Rêveber a TV10 ku bi KHK'ê hat girtin Velî Buyukşahin jî heye herî kêm 29 kes binçav kirin.
Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Abdullah Geldî, Veysi Altintaş, Zeki Nergîz, Deniz Şimşek, Nurcan Basdinç, Cemil Demirbaş, Yavuz Akar, Gulizar Teymur, Selahattin Yilmaz, Zeynep Degirmencî, Erkin Oruç, Cemşit Atalay, Fuat Mizrakli, Bayram Kara, Adnan Kaçmaz, Duygu Kaçmaz, Binalî Palandoken, Ahmet Avşar, Fehmi Morkoç, Rahîm Timar, Edip Karçik, Selahattin Îpek, Nebahat Avşar, Halis Kandilci, Felek Avci, Murat Bilken û Hevserokê HDP'ê yê Silîvrî M. Alî Altin.