ŞIRNEX – Danişîna duyemîn a doza Yildirim ên birayên hev ku polisan li Silopiya bi panzêrê di hundirê malê de kuştin dê sibê bê dîtin. Bavê zarokan Mesut Yildirim got ku bi dirêjkirina darizandinê re bûyerê dubare dijîn û edalet xwest.
Di 3’ê gulana 2017’an de li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya ya Şirnexê Muhammed Yildirim (7) û Furkan Yildirim (6) dema li mal raketîbûn, polîsan bi panzêrê li malê qeliband û her du bira di xewê de kuştin. Der barê polîsê panzêrê diajot Omer Yigît û amirê wî peywîrdar kiriye Murat Maden de doz hat vekirin. Danişîna duyemîn a dozê sibê dê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê dîtin. Polîsê bersûc Omer Yigît ê ji sûcê “Bi zanebûn bûye sedemê kuştina gelek kesan” dihat darizandin di danişîna ewil de hatibû berdan.
'DIRÊJKIRINA DARIZANDINÊ BÛYERÊ LI ME DUBARE DIKE’
Bavê her du zarokan Mesut Yildirim der barê dozê de nêrînên xwe anî ziman û destnîşan kir ku daxwaza wan ew e doz di çarçoveyek edaletî û hiqûqî de bi encam bibe û got: “Her çiqas pêvajoya darizandinê dirêj dibe malbat ewqas xemgîn dibe. Dirêjkirina darizandinê bûyerê li me dubare dike. Ez daxwaz dikim ku bi edaletî bila tevbigerin.”