ANTALYA – Serokê Komeleya Mexdûran û Kesên Bi Fikar Mirine Oktay Can diyar kir ku di 4 salan de 500 leşker bi fikarî mirine û ev tişt got: "Dema em van mirinan ji serokomar dipirsin, bersiva 'fermandar çekê li leşkerên xwe nakişînin' didin me. Lê roja derbeyê leşker çi anî serê mirovên xwe me dît."
Komeleya Mexdûran û Kesên Bi Fikar Mirine, destnîşan kir ku di 22 salan de 2 hezar û 500 leşker bi fikar jiyana xwe ji dest dane. Mirinên bi fikar ên leşkeran di serdema Rewşa Awarte (OHAL) de li bajarên herêmê gelekî zêde bûn. Serokê Komeleya Mexdûran û Kesên Bi Fikar Mirine Oktay Can da zanîn ku wan komele di sala 2013'an de ava kiriye û ev tişt got: "Heta niha 500 malbatan serî li me dan û dan zanîn ku zarokên wan bi fikar mirine. Piştî OHAL xistin dewrê, mirinên bi fikar ên leşkeran zêde bûn."
'BILA KESÊN CUDA ÊŞÊN DEWLETÊ NEKIŞÎNIN'
Can aşkera kir ku kurê wî jî di sala 2009'an de li Qereqola Sarikaşê ya Xozata Dêrsimê hatiye kuştin, ew êşa kurê xwe ji dil hîs dike û ji bo zarokên kesî nemirin û malbatên cuda êşan nekişînin, wan komele ava kiriye. Can diyar kir ku dozên ku heta niha der barê leşkerên mirine de bi encam nebûne û ji ber demboriyê ketine û wiha axivî: "Fermandarê kurê min du gule berda serê kurê min û ew kuşt. Dîsa ji ber derbên lêdanê di qirika kurê min de reşbûn hebû. Min rapora otopsiyê girt û di wir de diyar bû ku çawa hatiye kuştin; lê piştî me xwest em bûyerê lêkolîn bikin, gotin ku dê dozgerên leşkerî daxuyaniyê bidin. Gelek leşker wekî kurê min bi şideta fermandaran re rû bi rû mane û hatine kuştin. Heta niha 2 hezar û 300 malbat bi vê nêzikatiyê re rû bi rû mane. Doz bi encam nebûne û ez bi doza kurê xwe re eleqederim. Herî dawî min dosyaya kurê xwe bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Îro şûn de em ê ji bo malbatên din bixebitin."
‘15'Ê TÎRMEHÊ DIYAR BÛ KU LEŞKER ÇAWA ÇEKÊ DIKIŞÎNE’
Can destnîşan kir ku tiştên ku qewimîne wan heta TBMM'ê biriye; lê wan bi kesî nedaye bawerkirin ku ev mirin bi fikarî qewimî ne û wiha pê de çû: "Me li Meclisê ji kî/ê re got kesî bawer nekir. Min ev mijar ji serokomar re jî parve kir, lê got ku 'fermandar çekê li leşkerê xwe nakişîn' û mijar derbas kir. Lê di 15'ê Tîrmehê de her tişt zelal bû ka leşkera çawa çekê li welatiyên xwe dikişîne. Di destê me de ew qas delîl hene ku em tu tiştî bi dozgeran nadin bawerkirin."
‘HERÎ ZÊDE KURD Û ELEWLÎ TÊN KUŞTIN’
Can anî ziman ku herî zêde mirinên bi fikar li bajarên kurdan derdikevin pêş û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek leşkerên ku diçin leşkeriyê îşkenceyê li wan dikin û bi keyfî wan dikujin. Di vê der barê de gelek delîl hene; lê dadgehên leşkerî bi edaletî tev nagerin ev dozana bê encam dimînin. Mirin herî zêde li bajarên Rojhilat û Bakurrojhilat diqewimin. Herî zêde jî mirinên leşkerên kurd û elewî ne."
'DI 4 SALAN DE 500 LEŞKER BI FIKAR MIRIN'
Can derbirî ku roja ku komele vekirine heta niha, li gelek bajaran bi dehan malbatan serî li wan daye û ev nirxandin kir: "Heta niha qasî 500 malbatî serî li me da. Ferandarên zarokên wan şidet li wan kiriye. Sedî 80 malbatên ku serî li me dane kurd in. Fermandar zextan li malbatan dikin û naxwazin doz bên vekirin. Em xwe nagihînin gelek malbatan, ji ber ku ditirsin xwe nêz nakin. Me ji Meclisê xwest ku komîsyonekê ava bike û lêkolînan bike. Di nava daxwazên me de ev jî hene; em dixwazin dewlet zarokên me sigorte bike û fermandarên wan zarokên me nekujin. Hin leşker zewicî ne û piştî tên kuştin dewlet tu alîkariyê nade wan. Zarokên wan li ser sergoyan xwarinan berhev dikin."
‘BILA LEŞKERÎ NE BI ZORÊ BE’
Can bi lêv kir ku divê leşkeriya bi darê zorê bê rakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema em li Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) mêze dikin, an leşker tên jehrîkirin, an îşkene li wan tê kirin û an jî tên kuştin. Bila leşkerî ne bi zorê be. Bila leşkeriya bi zorê bê rakirin û kesên bixwazin wekî memûr bixebitin bi pêş bixin. Kesên ku leşkeran dikujin bila bên cezakirin."
MA / Ergîn Çaglar