ENQERE – Dadgehê biryar da ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî, di danişîna doza 12'ê Çile de li 38’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoyê amade bibe.
Dadgehê biryar da ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, beşdarî doza jê tê darizandin bibe û li salona 38’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoyê bê dîtin amade bibe. Danişîn 12’ê çile dê bê dîtin. Rêveberiya girtîgehê duh ragihand ku dê Demîrtaş sewqî danişînê bê kirin. Beriya niha jî dadgehê biryara “Bila amade be” dabû.
Heke ku Demîrtaş beşdarî vê doza bûye mijara gotinê bê kirin, dê ji 4’ê mijdara 2016’an ve yekemîn car derkeve pêşberî dadgehê.
Demîrtaş piştî di 24’ê kanûna 2015’an de dema ji ziyareta xwe ya Rûsya vegeriyabû û ji ber axaftinên wî ya li Balafirgeha Ataturka Stenbolê bi hînceta “Heqaret li Serokomar kiriye” tê darizandin.