ŞIRNEX - Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, diyar kir ku ew ê bi awayekî girseyî tev li kongreya HDP'ê bibin û wiha got: "Gelê Botanê qet bi paş ve gav neavêtiye. Ji bo jîndarkirina hêviyê gelê Botanê tim amade ye."
Wê HDP di 11'ê Sibatê de Kongreya Asayî ya 3'yemîn li dar bixe. Rêveberên HDP'î yên Şirnexê diyar kirin wê Botan bersiveke hêzdar bide banga Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbayê ku gotibû "Ji bo têkoşîneke xurt a demokrasiyê amade bin".
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, anî ziman ku piştî konferansa herêmê ya li Amedê, wan xebatên xwe yên li Şirnexê lezandiye û wê şirnexî bi awayekî girseyî tev li kongreyê bibin. Îrmez destnîşan kir ku sala 2017'an ji bo partiya wan bûye sala têkoşînê û wiha domand: "Di saka 2018'an de ji bo em di bin banê HDP'ê de ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê nêvengeke aştî, aramî û azadiyê peyda bikin em ê bitêkoşin. Di pêvajoya vê têkoşînê de amadekariyên me yên ji bo kongreya me didomin. Li gel hemû rûxandin û talankirinan jî em hêviyê jîndar dihêlin. Em şirnexê ji bo banga demokrasiyê ya hevseroka me amade ne. Gelê Botanê qet bi paş ve gav neavêtiye. Ji bo jîndarkirina hêviyê gelê Botanê tim amade ye."
Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdenîz jî, qedexe û rûxandina li Cizîrê bi bîr xist û diyar kir ku li gel hemû kirinan jî gel li dor HDP'ê ji bo demokrasiyê têkoşiyaye. Akdenîz destnîşan kir ku gelê Cizîrê bi rûxandin û qedexeyên dijwar re rû bi rû ma, lê belê dîsa jî li ser piyaye û wiha domand: "Wê di warê têkoşîna demokrasiyê de tim li ser piya be. Bila kes nefikire, Cizîr netepisiye. Dixwazim destnîşan bikim ku kêliyekê jî me ji têkoşîna demokrasiyê bi paş ve gav neavêtiye."