STENBOL - Platforma Şaxan a KESK'ê, wê bi dirûşmeya "Ne Rewşa Awarte, demokrasî" li Bakirkoya Stenbolê mîtîngê li dar bixe.
Platforma Şaxan a Konferderasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Stenbolê, wê bi daxwaza betalkirina KHK'yan vegera ser kar a kedkarên hatine îxrackirin wê li Stenbolê mîtînga herêmê li dar bixe. Wê di 14'ê Çileyê de kedkar li Qada Ozgurlukê ya Bakirkoyê bên cem hev.
Berdevkê KESK'ê yê Stenbolê Kazim Yilancê der barê mîtînga ku dê bi dirûşmeya "Ne Rewşa Awarte, demokrasî" bê lidarxistin axivî. Yilanci, bi lêv kir ku du meh in ew û DÎSK, TMMOB û TTB'ê di bin banê "Ne Rewşa Awarte, em demokrasiyê dixwazin" de kampanyeyekê bi rê ve dibin û wek berdewamiya vê kampanyayê jî mîtîngan organîze dikin. Yilanci balê kişand ser girîngiya mîtîngê û destnîşan kir ku her roj KHK'yên nû tên weşandin, mirov bi awayekî derhuqûqî ji kar tên avêtin û kuçe ji hêzên paramîlîter re tên hiştin. Yilanci got ku di serdemeke wisa de mîtîngên bi vî rengî peywirên dîrokî ne.
'PEYWIRA ME YA DÎROKÎ YE'
Yilanci, destnîşan kir ku ji bo ew ji dirêjkirina Rewşa Awarte re bêjin "Na" vê mîtîngê li dar dixin û ev ji bo wan peywireke dîrokî ye. Yilanci anî ziman ku ji bo di van şert û mercên zor û zehmet de ew demokrasiyê bi lêv bikin û ji bo ji mirovan re bibin ronahî tev digerin û ev tişt gotin: "Em berdevkiya vê rastiyê dikin. Dema em vê mîtîngê li dar bixin û gotina xwe bibêjin, helbet wê peywira me ya dîrokî neqede. Teqez wê xebatên me yên der barê Rewşa Awarte û KHK'yan de bidomin û em ê bitêkoşin."
Yilanci herî dawî destnîşan kir ku ew welatekî ku mirov bêtirs biçin karê xwe, bi awayekî azad fikrên xwe beyan bikin, kar û barê wan neyê tehdîtkirin û bi awayekî azad hilbijartin bên kirin dixwazin û di 14'ê Çileyê de bang li her kesî kir ku li Qada ozgurlukê ya Bakirkoyê tev li mîtînga wan "Ne Rewşa Awarte, demokrasî"yê bibin.