STENBOL - Pisporê Saziya Tiba Edlî Umît Bîçer, destnîşan kir ku di dema derxistina cenazeyên li Goristana Xerzanê de pîvanên Protokola Mînnesotayê hatine binpêkirin. Bîçer destnîşan kir ku ev yek zirarê dide cenazeyan û wê di hestiyan de bibe sedema ku materyalên biyolojîk neyên çesipandin û bibe sedema widnakirina wan.
Li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê 267 cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin. Pisporê Saziya Tiba Edlî Prof. Dr. Umît Bîçer, derxistina cenazeyan nirxand. Bîçer bi lêv kir ku dema ew li nûçeyên ku hatin weşandin dinihêrin, diyar dibe ku Tirkiye di warê derxistina cenazeyan de li gor Protokola Mînnesotayê ku Tirkiye jî alîgirê wê ye tev negeriyaye. Bîçer destnîşan kir ku ji ber liv û tevgerîneke li gor protokolê xwe nedaye der, dibe ku cenaze zirar dîtibin û wê ev yek di hestiyan de bibe sedema ku materyalên biyolojîk neyên çesipandin û bibe sedema widnakirina wan.
Bîçer diyar kir ku Protokola Mînnesotayê hewcetiya ku divê kirarî bi awayekî objektîf bên kirin, bi nezareta xizmên mirî hemû lêkolîn li gor standartên zanistî pêk bên dide der. Bîçer got ku lê belê li vir agahî nedane malbatan jî û wekîlên malbatan jî nehatine agahdarkirin. Bîçer destnîşan kir ku kirariyên bi vî rengî şik û gumanan zêde dikin û ji bo encamên lêkolînê jî nebaweriyê li mirovan peyda dikin. Bîçer got ku li kuderê dibe bila bibe divê dewlet di lêkolînên der barê miriyan de li gor Protokola Mînnesotayê tev bigere.
'DIVÊ MALBAT JÎ BÊN DAXILKIRIN'
Bîçer got ku plansazî û xebatên teknîkî yên derxistina cenazeyan pirsgirêk zêdetir kirine û ji ber vê şik û gumanên malbatê û civakê zêdetir kirine. Bîçer bi lêv kir ku li vir peywira sereke ya dewletê ew ku, armanca wê ya lêkolînê di çarçoveya diyarkirina nasnameyê de ye. Bîçer anî ziman ku divê ev mijar bê zelalkirin. Bîçer destnîşan kir ku li gor malbatan bihîstiye, bêhurmetî li cenazeyan hatiye kirin û hatine texrîbkirin û ev yek gumanên wan zêdetir dikin. Bîçer wiha domand: "Mafê malbatan û parêzerên wan heye ku, hay ji rê û rêbaza tê şopandin hebin. Çimkî ji bo kirariyên nasnameyî divê dewlet wan cenazeyan bi hin agahiyên biyolojîk û DNA'yî re bide ber hev. Lê belê heta niha ji malbatan tu nimûne nehatine wergirtin û ev bi xwe re nediyariyeke cidî dide der."
‘DI KOLANDINÊ DE ÎHTIMALA WINDAKIRINA DELÎLAN HEYE'
Bîçer balê kişand ser divêtiyên sereke yên Tiba Edlî yên di Protokola Mînnesotayê de ne û ev tişt gotin: "Daxwaza rêzgiriya ji bo cenazeyan, mafê herî sereke yên malbatan e. Xala duyem jî; dema hûn li gor usûlê nenirxînin, wê gumaneke cidî li malbatan, civakê û raya giştî peyda bibe. Xala sêyem jî; dema ev rêbaz bi amûrên ne li gor usûlê bên çêkirin wê cenaze zirarê bibînin û wê ev yek di hestiyan de bibe sedema ku materyalên biyolojîk neyên çesipandin û bibe sedema widnakirina wan. Di kolandinên bi makîneyên karî de, windakirina delîlan pêkan e."