AMED - Nûnertiya TGS’ê ya Amedê, bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin, daxuyanî da û bal kişand ser êrîşên li ser çapameniyê. Nûnertiya TGS’ê diyar kir ku bila kes ne li bendê be ku ew ê 10’ê Çile weke cejnê pîroz bikin.
Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) a Amedê, bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin di avahiya xwe de civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser êrîşîn li dijî rojnamegeran. Nûnerê Sendîkayê Mahmut Oral, bi boneya rojê Rapora Çavdêriya Çapemeniyê ya 2016 û 2017’an ji raya giştî re eşkere kir û wiha axivî: “Îro roja têkoşîna rojnamegerane. 145 rojnameger di girtîgehan dene. Hejmara kesên betal ji 30 derbas kir. Hejmara sendîkayan ligel ku ji sedî 5, hema bêje hemû rojnameger ji derveyî peymandanîna komelî û ewlehiya jiynê dixebitin. Ji ber van sedeman bila kesek ne li bendê be ku em 10’ê Çile weke cejnê pîroz bikin.”
‘ÇAPEMENÎ SALÊN XWE YÊN HERÎ TARÎ DIJÎ’
Oral, diyar kir ku li Tirkiyeyê çapemenî di salên 2016 û 2017’an de, salên xwe yên herî tarî dijiya û wiha domand: “Tenê di navbera 20’ê Tîrhana 2016 û 31’ê Kanûna 2016’an de, bi giştî 178 saziyên medyayê hatin girtin. Dinava saziyên hatin girtin de rojname, TV, radyo, ajansên nûçeyan, sîteyên nûçeyan, weşanxane, kovarên çand û huner, rojnameyên herêmî, TV herêmî, radyoyên herêmî, kanala TV zarokan, weşanên bîrkariyê hebûn. Bi KHK’ên di sala 2017’an de hatin weşandin, cardin gelek sazî û dezgên çapemeniyê hatin girtin. Herî kêm 35 saziyên medyayê di vê çarçoveyê de hatin girtin. Girtin tenê bi KHK’an sînordar neman, herî dawî RTUK’ê jî hin televîzyo girtin û weşana Rudaw, Waar û K24 rawestandin. Li gorî texmînên herî baş, nêzî 10 hezar xebatkarên sazî û dezgehên hatin girtin niha bê kar mane.
'LI TIRKIYEYÊ 145 ROJNAMEGER GIRTÎNE'
Oral, da zanîn li gorî danayên rêxistinên çavdêr ên navneteweyî Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di sira herî dawî deye û wiha bilêv kir: “Niha li Tirkiyeyê 145 rojnameger girtîne. Berpirsiyarê vê tabloyê jî hikûmet bi xwe ye.”
‘DIVÊ REJÎMA OHAL’Ê BI DAWÎ BIKIN’
Oral, bal kişand ser rejîma OHAL’ê û wiha bi dawî kir: “Divê rejîma OHAL’ê bi dawî bikin. Divê 145 rojnamegerên girtî serbest bên berdan û divê hikûmet dawî li binçavkirin û girtinên rojnamegeran bîne.”