JIN TV di demek nêzîk de vedibe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Jinê ya Newa, mizgînî da ku di demek nêzîk de dê JIN TV vekin. Waqfê, diyar kir ku saziya wan ku heya niha bi destek û hevkariya jinan li ser piyan ma, têra xwe reaksyonên pozîtîf wergirt û wiha got: "Van reaksyonên erênî cesaret da me û hişt ku em xebatên ragihandin û çapemeniya jinê derbasî astek jortir bikin. Niha jî em weke Weqfa Jinê ya Newa dixwazin mizgîniya vekirina televîzyona jinan 'JIN TV'' bidin, ku dê pêvajoya bê dest bi weşanê bike." 
 
Weqfa Jinê ya Newa, bi daxuyaniyekê mizgînî da û diyar kirin ku di demek nêzîk de dê JIN TV vekin. Waqfê, destnîşan kir ku saziya wan ku heya niha bi destek û hevkariya jinan li ser piyan ma, têra xwe reaksyonên pozîtîf wergirt û li ser vê hêzê biryar dan ku di demek nêzîk de JIN TV vekin. 
 
Waqfê di daxuyaniyê de anî ziman ku ew di serdemek wisa de ne ku, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê tekoşîna azadiya jinê dîroka xwe bi tîpên zêrîn dinivîsîne û wiha got: "Desthilatdarî, rejîm û pergalên bi zêhniyeta zilamê serwer saz bûne, li hemberî tekoşîna jinan a bi wêrekiyê xwe rapêçayî ji binî de dihejin. Rejîmên zilaman ku dihejin û ketine tengaviyê binavê şikandina vîna jinan polîtîkayên mêtîngeriyê kûrtir dikin û hîn zêdetir serî li tundiyê didin. Dewlet tundiyê bi rêya destûr û hêzên xwe yên 'ewlehiyê' pêk tîne, zilamên ku nûnerên dewletê jî li malê, li kolanan heman tundiyê pêk tînin û bi hevkariya zilam-dewletê hewl didin jiyana jinan têxin nava pencên xwe. Li dijî van zextên ku bi hevkariya zilam-dewletê pêşdikevin, jin belkî jî di dîroka têkoşîna xwe de, herî zêde îro bi refleksên têgehiştî û rêxistî bersivê didin." 
 
DI MEDYA DE VÎNA JINÊ NAYÊ DÎTIN
 
Waqfê, da zanîn ku di dîrokê de her dem zilam jin avêtiye paş û di qada medya de jî jin her li paş in û wiha berdewam kir: "Çawa ku di dîrokê de zilaman berxwedanên bi heybet yên jinan avêtine paş, îro jî serhildan û nerazîbûnên jinan di sazî û dezgehên medya navendî de cih nagirin û li paş tên hiştin. Dixwazin serkeftin, ked, zanebûn û vîna jinê neyê dîtin. Yên ku bi navê medya alternatîf ketine rê jî, nûçeyên jinan dixin nava rojevên giştî û li wir asê dihêlin, bi vî rengî bandora wan notralîze dikin. Lewra jî hebûna jinan a di jiyanê de, rengîniya jinê, hêza wê ya ramanê, jêhatin û têkoşîna jinê cihê ku heq kiriye nagire. Jinan ev dîmen û zêhniyeta li pişt ku di medya navendî de derketî holê tespît kirine û hewl dane qadên xwe yên ragihandinê biafirînin. Mezinbûna têkoşîna jinan û pêşketina ragihandina jinê hevaheng in." 
 
TEVGERA JINÊ QADA RAGIHANDINÊ JÎ PÊŞ XWIST 
 
Waqfê, destnîşan kir ku, yek ji qadên têkoşîna rêxistinên femînîst jî bûye qada ragihandinê û wiha berdewam kir: "Tevgerên femînîst ku di sedsala 18. de zêde û berfirehtir bûn, sazî û dezgehên xwe yên ragihandinê jî pêş xistin. Nimûne kovara ku em dikarin binavê ''yekem kovara jinê'' pênase bikin, kovara binavê "Für Hamburgs Töchter'' an go 'Ji bo keçên Hamburgê' ye ku di 27'ê Sibata 1779'an de li Almanyayê di pêşengiya Ernestîne Hofmann de tê derxistin û di dawiya heman salê de jî rû bi rûyê girtinê dimîne ye. Dîsa 1858'an li Ingilistanê ji aliyê komek jinên femînîst ve kovara English Woman’s Journal (EWJ) dest bi weşanê kir, ku li welat yekem kovara jinê ye.
Her çiqas temenê wan ne dirêj be jî, kovar û radyoyên jinan demek dirêj bûne qadên sazîbûna tevgerên jinan. Lê tevî vê jî ji ber qanûnên dewletê û bêderfetiya maddî ev qad berfireh nebûye. Kovar û rojnameyên ku di rastiyê de nirxên jinê têde cih girtine pir kêmin, televîzyon jî hema bêjin tine ne." 
 
'JINAN DI DÎROKÊ DE HER DEM HEWL DAN XWE BI SAZÎ BIKIN'
 
Waqfê, di dirêjahiya daxuyaniyê de bal kişand ser rol û rista têkoşîna jinê û wiha lê zêde kir: "Ji dîrokê heya roja me têkoşînên jinan hewl dane her qonax û her destkeftiya xwe bi sazî bikin. Vê kevneşopiyê xwe di têkoşîna jinên Kurd de jî daye der û zindî bûye. Ajansa jinan a xwe disipêre ramana jinê, keda jinê, ziman û şîroveya jinê yek ji van nimûneyan e. Jinên Kurd nirxên gerdûnî yên jinan ji xwe re kirine bingeh, aliyên xwe yên xweser bihêz kirine û  hewl dane di her qadê de destpêkên xwe biafirînin. Yek ji van qadan jî qada ragihandin û çapemeniyê ye. Weke Weqfa Newa bi salane, armanca me ya sereke ew e em lêgera jinê ya azadiyê bi rêya weşanên xwe bigihînin raya giştî. Bi vê hewldanê me xwest em bibin parçeyek ji tekoşîna azadiya jinê, me hewl da ked û têkariya me jî çêbe. 
 
MIZGÎNÎ
 
Divê em bêjin saziya me ku heya niha bi destek û hevkariya jinan li ser piyan ma, têra xwe reaksyonên pozîtîf wergirt. Van reaksyonên erênî cesaret da me û hişt ku em xebatên ragihandin û çapemeniya jinê derbasî astek jortir bikin. Niha jî em weke Weqfa Jinê ya Newa dixwazin mizgîniya vekirina televîzyona jinan 'JIN TV'' bidin, ku dê pêvajoya bê dest bi weşanê bike. Em weke sazî rûmeta xebatek wisa dijîn û em spas dikin, ji hemû jinên berdêl dane û hiştine em di vê mijarê de wêrek tevbigerin." 
 
WÊ TV YEK ÇAWA BE? 
 
Waqfê bal kişand ser polîtîkya weşanê ya televîzyonê û wiha got: "Berî her tiştî em dixwazin bêjin, wê bibe televîzyonek jinê ya li dijî kodên cinsiyetparêz yên civakî şer dike. Wê li dijî medya navendî ya ji cinsiyetparêziyê têr dibe bisekine, nirxên jinê nîşan bide. Televîzyona jinê, xwedî wê îdîayê ye ku bibe awêneya cîhana jinê. Ew jina ku di rûpelên sêyem yên rojnameyan de ku li navenda wan tundî heye asê maye, di televîzyonan de di dawiya nûçeyan de veguheriye objeya 'xemla nûçeyê', dê wê jinê wekî çavkaniya jiyanê ji nû ve bike hebûn. Jin wê hunerê, jin wê sporê, jin wê siyasetê, jin wê zanîstê, jin wê tenduristiyê şîrove bikin û bi banga 'jiyan hebe em jî hene' dengê xwe bidin bihîstin. Jin TV, wê li dijî tundiya li ser jin û zarokan rawest e, yên ku tundiyê pêk tînin eşkere bike, bang li jinan bike da ku xwe biparêzin.
Jin TV,  xwedî wê îdîayê ye ku di her qada jiyanê de keda jinê nîşan bide. Di serî de têkiliyên jin û mêr, têkildarî vê têkiliya zarok-jin, zilam-jin ku jiyana civakê ji binî de bandor dike, dê bigire dest. Ji karbeşiya dinavbera malbatê, heya krîterên malbata demokratîk wê hîmên bingehîn yên civakê lêbipirse.
 
'DÊ JIN BIBE KIRDEYA JIYANA AZAD' 
 
Waqfê bal kişand ser rola televîzyonê û wiha bi dawî kir: "Wê tabuyên ku bedena jinê rapêçane hilweşîne, li dijî medyaya navendî ku jinan dike malzemeya reklamê û meta, wê jinan bike kirdeya jiyanê û wisan derbasî ekranan bike. Jin TV, wê vebêje ku zordestiya li ser jinan ne çarenûs û qeder e, wê ji pirsgirêkên jin dijîn re li çareseriyan bigere û wê armanca wê ew be ku di vê mijarê de jinan hîn wêrektir bike.
 Televîzyona me wê bi xeta xwe ya weşanê a pir alî, pir zimanî û pir çandî afirêneriya eqil û hestan bigehîne yek. Wê li dijî medya navendî ku ciyawaziyan tine dihesibîne, pirrengiyê bike bingeh. Wê keda jinan ku nayê dîtin û tê tinekirin nîşan bide, berbiçav bike. Li malê, zeviyan, ofîs û kolanan, Jin TV wê li gel jina li her qada xebatêye cih bigire. Em weke Weqfa Jin a Newa, ji niha de ji wan re spas dikin ku bi ked, raman û piştgiriya xwe tevlî projeya  JIN TV bûne ku ji bo jinan îfadeya qonaxeke nû ye.
Detay û berfirehiya projeya me ya JIN TV wê dema pêş bi raya giştî re were parvekirin. Pêkane ku gelek navên ji bo vê xebatê bûne çavkaniya îlhamê, hêz dane û di dîroka berxwedanê de bûne sembol werin rêzkirin. Ew xwedawendên xwedî xweşikbûna bêdawî yên jiyanê ne ku her demê me gaveke din ber bi pêş ve dibin. Em vê xebata bi keda sedan jinan dimeşînin, di serî ji bo bîranîna hemû jinên ku temen dane têkoşîna hebûna jinan û her wiha Sara-Rojbîn-Ronahî ku 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin dikin diyarî.
Em bawer dikin her jin dê ji bo xebata me ya televîzyonê bibe alîkar û piştgiriyê nîşan bide.
 
Jin Jiyan Azadî..." 
 

Sernavên din

11/01/2018
10:59 ‘Biryar dereng ma, lê bêhiqûqî aşkere bû'
10:44 'Goristan bi maşîneyên kar rûxandin û nava goran vala ye'
10:37 Uzgel: DYA naxwaze bi Erdogan re bixebite, Rûsya jî pê bawer nabe
10:22 Emniyetê got 'qeyda sûc tune', dozger dibêje 'endamên rêxistinê ne'
09:36 Ajokarên otobêsan bi taybetî li rêwiyên extiyar nasekinin
09:35 Dîwaneke din jî li helbesta kurdî zêde bû: dîwana hestiyan
09:10 Li Bazara Sîpahiyê ne dikan man, ne jî seyarfiroş man!
09:10 Dê tûrîzimê di binê betonê de bihêlin
09:09 150 rojin di yek huceryê de ye: 2 caran xwest întihar bike
09:08 Pirtûkxaneya Gel tenê di xizmeta sercerdevan Atak de ye
09:08 Welatiyên hestiyên zarokên wan hatin revandin: Hestiyên zarokên me kirin çîmento
09:07 'Erdogan dixwaze pîvanên xwe yên xwînî li Ewropayê bisepîne'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2018'AN
10/01/2018
17:44 Înîsiyatîfa Mafan: Cezayê dan Baluken, zerarê dide aştî û edaletê
17:05 Li Pîranê 3 welatî hatin binçavkirin
15:33 Gotin ‘Di mala we de kesên bifikar hene’ dest danîn ser pasaporta wê
15:27 Dozger ji Sadak re 27 sal û nîv ceza xwest
15:27 Nexweşxaneyên wekî AVM nabin şîfa
15:14 Jinên KESK’î: Diyanet îstismarê rewa dike
15:09 500 jin û zarokên Êzidî ji DAIŞ'ê rizgar kirin
14:54 Cudakariya li dijî jinên trans ên girtî şermezar kirin
14:35 Girtiyê nexweş piştî demek dirêj emelyat bû
13:59 Dest danîn ser pêşenivîsara pirtûka ‘Xûmîna Çiyayan’
13:50 Tevgera Azadî di 19'ê Çileyê de diçe kongreyê
13:40 BÎGACEM piştgirî da rojnameger Sînan Aygul
12:57 Li Silopiyê tenê keldaniyek mabû ew jî binçav kirin
12:40 ‘Dê bi rojnamegertiyê heqîqet ronî bibe’
12:32 Îdlîb bajarê hatibû ji bîr kirin
12:14 Li Bakurê Sûriyeyê dê konferansa Jîneolojî pêk bê
11:55 Girtiya lingê wê hat jêkirin di hucreya yek kesî de ye
11:41 Aborîzan Muftuoglu: Hilberîn tune lê kirîna çekan heye
11:28 Afîşên bi kurdî birin meclisê
11:16 Polîsan bi ser mala Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê ve girt
11:00 Şîmşek: Şideta li dijî jinê her sal zêde bû
10:59 Uca: Me li ser agahiyên MÎT'ê pêşniyarname da meclîsê
10:46 Polîsan li Stenbolê 29 kes binçav kirin
10:39 ‘Êrîşên li dijî karkerên demsalî piştî KHK'yan zêde bûn'
10:18 Doza birayên hev Yildirim sibê tê dîtin
10:09 'Di 4 salan de 500 leşker bi fikar mirin’
09:51 Demîrtaş yekem car dê derkeve pêşberî dadger
09:14 Li dijî yek tîpiyê maseya krîzê tê avakirin
09:13 ‘Gelê Botan ji bo têkoşîna demokrasiyê tim amade ye'
09:12 Jinên amedî: Zarokên dilîzin dê çawa bizewicin?
09:12 Midûr ser tacîza mamsote bincil kir
09:11 Rojnamevan Orûç sibê derdikeve pêşberî dadger
09:10 KESK mîtînga 'Ne Rewşa Awarte, demokrasî' li dar dixe
09:09 Pisporê Tiba Edlî Bîçer: Protokola Minnesotayê îhlal dikin
09:09 Piştî îxrac bû 3 pirtûk çap kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2018'AN
09:00 100 girtî ji ber derman jahrînî bûn
09/01/2018
20:02 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
17:29 Dervê Îzmirê li Helbestvan Ozturk qedexe kirin
17:26 Umutê 4 salî 24 roj in li nexweşxaneyê tê razandin
16:57 Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:38 DAÎŞ'î axivî
16:05 Dozger xwest helbestvan Fadil Ozturk bê girtin
15:45 'Dengê Sara, Fîdan û Leyla li kuçeyan olan da’
14:48 9 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça beraet kirin
14:44 Ji 14 polîsan polîsek tenê beşdarî danişînê bû
14:32 Welatê rojnamegerên naxebitin: Divê rojnameger bibin yek
14:27 Komîsyona Jinan a Baroya Wanê bertek nîşanî ‘Otobusa penbe’ da
14:18 Polîsan li Kolana Yukselê 4 çalakger binçav kir
14:17 Leşkeran êrîşî gora Fidan Dogan kirin
14:17 Bîlgen: Komkujiya Parîsê li dijî daxwaza aştiyê bû
14:16 Nûnertiya TGS’ê ya Amedê: Em 10’ê Çile pîroz nakin
13:32 Versîyona cerdevanan a nû: HOH
13:30 Kîşîn ê ji sedî 77 astengdar tahliye bû
12:59 Aram û Ava: Tev li fuarê bibin
12:58 Doza Somayê: Em li dijî her cûre bêhiqûqiyê li vir in
12:43 JIN TV di demek nêzîk de vedibe
12:16 15 girtî ji Xerpetê sirgûn kirin
11:49 Parêzerên Ocalan cara 720'emîn serlêdan kirin
11:43 Piştî 19 mehan derketin pêşberî dadgehê
11:18 Ji bo zarokên bi maşîneyên zirxî tên kuştin û birîndarkirin ‘hiqûq’ betal e
10:47 Şanoya Araf 10 salin li dû lêgerîna azadiyê ye
10:31 HDP’ê li dijî parastina hikumetê nêrînek berfireh da DMME’yê
09:52 Li Amedê 69 gund û mezra hatin qedexekirin
09:52 Li Edeneyê operasyon: 9 kes hatin binçavkirin
09:48 Xizmên girtiyan: Em ê li dijî Yek Tîp'ê li kolanan bin
09:23 Rojnameger: Li dijî zextan piştgirî şert e
09:23 Girtiya nexweş Seyran Demîr daket 35 kîloyan, hîn jî nayê berdan!
09:22 Hiqûqnas Kurşun: KHK'ya berpêşî Meclîsê neyê kirin ne derbasdar e
09:21 Rojnamevan Orûç: Em bi zorê dengê xwe radigihînin
09:20 Vê carê jî afîşên kurdî hatin rakirin!
09:19 Karker mexdûr kirin
09:19 Derûnas Balkan: Daxuyaniyên Diyanetê rê li ber îstismarê vedikin
09:18 Keskîn: Sakîne hevaleke dilnerm û baş bû
09:06 ‘Bijîşk girtiyên ku ferzkirina nasnameyê red dikin muayene nakin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2018'AN
08/01/2018
19:52 Hevserokê HDP’î Gumuş hat veşartin
18:17 AKP'ê dê OHAL'ê carek din dirêj bike
17:31 Uca: Komîsyona MÎT'ê lêkolîn dike ava bikin
16:42 HDK: Gel li dijî zordestiyê ne bê alternatif e
16:41 Endamên MÎT'ê hin tiştên din jî gotin
16:24 KÎD: Bêdeng nemînin
15:47 HDP: Rojeva sereke OHAL e: An OHAL an demokrasî
15:19 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Moskowayê hatin bîranîn
14:56 Doza Soma dê sibê berdewam bike
14:48 Li dijî 'Cilên yek tîp' greva birçîbûnê
14:22 5 jinên girtî ji Xerpêtê sirgûnî girtîgehên cuda kirin