STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 720'emîn serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan Mehdî Oztuzun, Îlyas Tarim, Mesut Aydin û Zedan Ekmen, ji bo bi muwekilê xwe re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 720'an caran serî li serdozgeriyê dan û daxwaza hevditinê kirin.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 719 serlêdanên parêzeran bi hinceta “Muxalefeta hewayê heye" “Koster xerabe ye" û “Koster di tamîrê de ye" û herî dawî bi hinceta “OHAL” heye destûr nadin parêzer biçin Îmraliyê.