ENQERE – HDP’ê têkildarî serlêdanên parlamenterên girtî ku hikumetê parastina dabû DMME’yê bi nêrînek berfireh ji DMME’yê re nêrîna xwe ragihand.
Piştî hikumetê di meha mijdarê de têkildarî serlêdanên parlamenterên girtî ku parastina xwe pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) kir, HDP’ê jî bi belgeyên pêvek re nêrînek ji hezar rûpelan pêk tê da ragihandin.
'NE PARASTIN NÊRÎNA XWE DI METNÊ DE NÎŞAN DANE’
HDP’ê ji duh şûn ve nêrîna xwe pêşkêşî DMME kir. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran têkildarî nêrîna HDP’ê ku ragihand nirxandinan kir. Acar Başaran bibîr xist ku di bersiva hikumetê dayî de li ser nêzîkatiya xwe ya bingehîn têkildarî bûyeran manîpulasyona cidî heye û got: “Nêrîna desthilatdariyê li gorî xwe parastinê kiriye. Heke ku parastinek li gorî xwe be ev jî nabe parastin. Tenê nêrîna desthilatdariyê di metnê de hatiye diyarkirin. Me jî têkildarî hemû manîpulasyonan rexneyên xwe bi berfirehî bi nêrînekî pêşkêş kir.”
Acar Başaran da zanîn ku parastina hikumetê wek kopya birya Destûra Bingehîn a ku têklildarî wekîlan daye ye û wiha got: “Operasyonên tasfeyekirina HDP’ê yek jê jî bi riya darazê pêk anîn. Biryara AYM’ê, daxwaznameya Wezareta Dadê da AYM’ê û herî dawî parastina hikumetê ku da DMME’yê hemû ji yek destî derketine. Ev dest ne destê darazê ye. Ev nêzîkatiyek parastina desthilatdariyê ye. Em dizanin ev destên kî ye. Ev dest ew destê ku dixwaze HDP’ê tasfiye bike ye.”
'LI DIJÎ ÎLEGALÎZEKIRINÊ ME NÊRÎN PÊŞKÊŞ KIR’
Acar Başaran anî ziman ku li dijî van hemû planan nêrînek berifeh pêşkêş kirine û li dijî hemû gotinên dixwazin HDP’ê îlegalîze bikin nêrînên berfireh di dosyeya wan de cih digirin.
'EM LI BENDA BIRYARA BINPÊKIRINA YA DMME’YÊ NE’
Acar Başaran destnîşan kir ku piştî wan nêrîna xwe pêşkêşî DMME’yê kir ew hêvî dikin ku dê DMME dosyeyê binirxîne û di demek kin de bi biryarên binpêkirinê bi encam bibe.
MA / Hayrî Demîr