STENBOL – Malbatên girtiyan, li dijî biryara "Cilên Yek Tîp" a bi KHK’ê xistin meriyetê, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê li dijî vê pêkanînê dakevin kolanan û vê yekê qebûl nekin.
Îktîdara AKP-MHP'ê bi hêjmara 696'an a KHK'ê biryara "Cilên Yek Tîp" xist meriyetê û li girtiyan ferz dike ku cilên yek tîpî li xwe bikin. Piştî ev biryar ket meriyetê girtiyên siyasî bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê van cilan biçirînin û bavêjin. Malbatan jî piştgirî da girtiyan û diyar kirin ku ew dê li dijî van zext û zilmê li kolanan di ber xwe bidin. Malbatan anîn ziman ku ew ê di nava piştevaniyê de bin û dengê xwe bilind bikin.
'EM DÊ LI KOLANAN DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Xizma girtiyan Dondu Şen, diyar kir ku hevserê wê Alî Şen 25 salin girtî ye û wiha got: "Divê em em li dijî zextên li ser girtiyan û hem jî li dijî zextên li ser civakê di ber xwe bidin û dengê xwe bilind bikin. Em berxwedana zindanan silav dikin. Divê hemû kesên li derve piştgiriyê bidin girtiyan. Çalakiyên ku em pêk bînin û piştgiriya em li derve bidin girtiyan pir girîng e. Em di salên 1996'an de û di 19'ê Kanûnê de bûn şahidên gelek bûyerên li zindanan. Ji bo ku ev bûyer dubare nebin divê em li derve bêdeng nemînin. Dibe ku em bên girtin û kuştin. lê divê em li hemberî van pêkanînan bêdeng nemînin. Divê em hemû mirovên ku em hurmetê didin fikrên hev li kolanan bibin yek. Berê me çawa di ber xwe da em dê niha jî di ber xwe bidin û em van pêkanînan qebûl nakin."
'RÊVEBERIYÊN GIRTÎGEHAN ZAGONÊN KEYFÎ DERDIXIN'
Birayê Hakan Adiguzel Nazim Adiguzel jî diyar kir ku birayê wî 19 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê ye. Adiguzel anî ziman ku birayê wî di 19 salan de sirgûnî hemû girtîgehên Tirkiyeyê hat kirin û wiha got: "Ev polîtîka ne tenê li ser girtiyan tê meşandin. Li ser hemû beşên civatê tê meşandin. Dixwazin girtiyan bi tenê bihêlin. Birayê min diyar kir ku di demên dawî de zextên li ser girtiyan gelek zêde bûne. Pirtûk, name, televizyon her tişt li wan qedexe kirine. Herî dawî ji ber birayê min saeta xwe ji destê xwe dernexist ew dernexistin hevditinê. Heta niha tiştekî wisa tune bû. Ne zagon û ne jî hiqûq heye. Midûr li gorî xwe zagonan ava dikin."
'EM DÊ LI DERVE DI BER XWE BIDIN'
Adiguzel, destnîşan kir ku ew vê yekê qebûl nakin û dê li derve piştgiriyê bidin girtiyan û li derve di ber xwe bidin. Adiguzel, destnişan kir ku hikûmet dixwaze mirovên yek tîp ava bike û wiha got: "Pergal tişta dixwaze li ser civakê ava bike berî her tiştî li zindanan dixe beriyetê. Ger ku em vê pêkanînê li ser girtiyan qebûl bikin û em bêdeng bimînin, dê sibê li ser me jî ferz bike. Em jî dê li derve piştgiriyê bidin dengê girtîgehan. Me darbeya 12'ê Îlonê dît. Çawa girtiyan wê demê di ber xwe da, dê niha jî di ber xwe bidin. Em jî dê li derve berxwedana xwe mezin bikin.."