Girtiya nexweş Seyran Demîr daket 35 kîloyan, hîn jî nayê berdan!

  • jin
  • 09:23 9 Çile 2018
  • |
img

AMED - Di 16 salên dawî de 3 hezar û 432 girtî jiyana xwe ji destan û ji hezarî zêdetir girtiyên nexweş hene. Seyran Demîr ku bi nexweşîna pençeşêra hestî ketiye, ji ber nexweşîna xwe daketiye 35 kîloyan, yek ji nexweşên giran e ku di rapora ÎHD’ê de cih digire. Her ku diçe rewşa Demîr xerabtir dibe, lê dîsa jî nayê berdan. 

Hat diyar kirin ku li girtîgehên Tirkiyeyê di nava 16 salan de 3 hezar û 432 girtî û hikûmxaran jiyana xwe ji dest daye. Li gorî van hejmaran; her salê 215 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Li gel pêşnûmepirsên pêşkêşî Meclîsê hatin kirin jî, li gorî raporên saziyên mafên mirovan; hîna jî li girtîgehan ji hezarî zêdetir girtiyên nexweş hene û ji ber astengiyên burokratîk nayên berdan. 
 
Yek ji girtiyên nexweş ku her roj tenduristiya wê girantir dibe Seyran Demîr a 30 salî ye. Demîr ku bi nexweşînên pençeşêra hestî û Hepatît-B ketiye, bûye 35 kîlo. Nexweşîna fitiq, danûstendina bêhnê bi Demîr hene û tim devê wê birîn dibe. Ji ber vê yekê neçare ku tenê bi mamayan jiyana xwe bidomîne. Navê Demîr di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de heye û di daxuyaniyên berê yên Îzmîr û Stenbolê de hatibû xwestin ku serbest bê berdan. Her ku diçe rewşa tenduristiya Seyran Demîr girantir dibe.    
 
BI HINCETA BEYANÊN ŞAHIDÊN VEŞARTÎ CEZA KIRIN
 
Seyran Demîr bi hinceta beyanên şahidên veşartî di 13’yê Sibata 2013’an de hat binçavkirin û di 16’ê Sibata 2013’an de li Wanê derxistin pêşberî Dadgehê û bi sûcdariya “Endamê rêxistinê” hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. 
 
PIŞTÎ CEZAYÊ WÊ HAT ERÊKIRIN CARDIN HAT GIRTIN
 
Demîr ku di nav 40 rojan de ji 56 kîloyî daket 30 kîloyî, piştî 9 meh girtî ma û şûnde di 12’ê Mijdara 2013’an de di danişîna pêk hat de, hatibû berdan. Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Wanê di 7'ê Çileya 2014’an de li gorî maddeya 314/2 a TCK bi sûcdariya “Endamê rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Seyran Demîrê birî. Parêzer doz ji bo temyîzê şand Dadgeha Bilind, lê Dadgeha Bilind 2015’an de cezayê Demîrê erê kir. Seyran Demîr ku dihat dermankirin û tenduristiya wê pêş de çûbû, di 25’ê Mijdara 2015’an de polîsan avêt ser mala wê ya li Rihayê û binçav kirin û cardin hat girtin.  
 
Li gorî daxuyaniyê ÎHD’ê; li Midûryeta Polîsan a Rihayê, Demîr bi îşkenceya  zayendî ya polîsan re rû bi rû maye û derûniya wê xerab bûye û li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê 26 rojan di hucreyê de tê ragirtin û dûre sirgûnî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Karataşa Edeneyê tê kirin. 
 
Demîr, piştî demek şûn de sirgûnî Girtîgaha Tîpa T a Tarsûsê ku bi muameleyên xerab tim dikeve rojevê hat kirin. Demîr di nameya xwe ya ji ÎHD’ê re şand de wiha dibêje: “Li gel nexweşbûm jî bi rîngê ez sirgûn kirim. Ez hatim derpkirin. Gardiyan û leşkaran tim heqaret û dijûn li min kirin. Bi êrîşên derûnî re rû bi rû mam." 
 
‘DI NAVA 2 SALAN DE TENÊ 2 CARAN DERKET HEVDÎTINÊ’
 
Demîr, diyar kir ku ji roja 25’ê Mijdara 2015’an de ku hatî girtin û vir ve ji ber cezayên dîsîplênê tenê 2 caran bi malbata xwe re hevdîtin çê kiriye û wiha got: “Di 2006’an de bi nexweşiya penceşera hestiyan ketim. Di devê min de tenê 2 diranên min mane. Bi mameyan jiyana xwe didomînin. Niha bûme 35 kîlo."  
 
Seyran Demîr bang li Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û parazvanên mafên mirovan kir û ji bo li derve bê darmankirin, xwest têkevin nava hewldanan.  
 
Bav Nadîr Demîr ku di 13’ê Kanûna 2017’an bi rêya telefonê bi keça xwe re axivî, diyar kir ku gava keça wî dibin nexweşxaneyê dibêjin “Girtiya siyasî ye” û wiha got: “Ji ber vê yekê keça min derman nakin. Tenê du diran di devê wê de mane. Ji ber vê yekê nikare xwarinê bixwe. Dixwazim keça min bê berdan û li derve bê dermankirin.” 
 

Sernavên din

11/01/2018
10:59 ‘Biryar dereng ma, lê bêhiqûqî aşkere bû'
10:44 'Goristan bi maşîneyên kar rûxandin û nava goran vala ye'
10:37 Uzgel: DYA naxwaze bi Erdogan re bixebite, Rûsya jî pê bawer nabe
10:22 Emniyetê got 'qeyda sûc tune', dozger dibêje 'endamên rêxistinê ne'
09:36 Ajokarên otobêsan bi taybetî li rêwiyên extiyar nasekinin
09:35 Dîwaneke din jî li helbesta kurdî zêde bû: dîwana hestiyan
09:10 Li Bazara Sîpahiyê ne dikan man, ne jî seyarfiroş man!
09:10 Dê tûrîzimê di binê betonê de bihêlin
09:09 150 rojin di yek huceryê de ye: 2 caran xwest întihar bike
09:08 Pirtûkxaneya Gel tenê di xizmeta sercerdevan Atak de ye
09:08 Welatiyên hestiyên zarokên wan hatin revandin: Hestiyên zarokên me kirin çîmento
09:07 'Erdogan dixwaze pîvanên xwe yên xwînî li Ewropayê bisepîne'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2018'AN
10/01/2018
17:44 Înîsiyatîfa Mafan: Cezayê dan Baluken, zerarê dide aştî û edaletê
17:05 Li Pîranê 3 welatî hatin binçavkirin
15:33 Gotin ‘Di mala we de kesên bifikar hene’ dest danîn ser pasaporta wê
15:27 Dozger ji Sadak re 27 sal û nîv ceza xwest
15:27 Nexweşxaneyên wekî AVM nabin şîfa
15:14 Jinên KESK’î: Diyanet îstismarê rewa dike
15:09 500 jin û zarokên Êzidî ji DAIŞ'ê rizgar kirin
14:54 Cudakariya li dijî jinên trans ên girtî şermezar kirin
14:35 Girtiyê nexweş piştî demek dirêj emelyat bû
13:59 Dest danîn ser pêşenivîsara pirtûka ‘Xûmîna Çiyayan’
13:50 Tevgera Azadî di 19'ê Çileyê de diçe kongreyê
13:40 BÎGACEM piştgirî da rojnameger Sînan Aygul
12:57 Li Silopiyê tenê keldaniyek mabû ew jî binçav kirin
12:40 ‘Dê bi rojnamegertiyê heqîqet ronî bibe’
12:32 Îdlîb bajarê hatibû ji bîr kirin
12:14 Li Bakurê Sûriyeyê dê konferansa Jîneolojî pêk bê
11:55 Girtiya lingê wê hat jêkirin di hucreya yek kesî de ye
11:41 Aborîzan Muftuoglu: Hilberîn tune lê kirîna çekan heye
11:28 Afîşên bi kurdî birin meclisê
11:16 Polîsan bi ser mala Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê ve girt
11:00 Şîmşek: Şideta li dijî jinê her sal zêde bû
10:59 Uca: Me li ser agahiyên MÎT'ê pêşniyarname da meclîsê
10:46 Polîsan li Stenbolê 29 kes binçav kirin
10:39 ‘Êrîşên li dijî karkerên demsalî piştî KHK'yan zêde bûn'
10:18 Doza birayên hev Yildirim sibê tê dîtin
10:09 'Di 4 salan de 500 leşker bi fikar mirin’
09:51 Demîrtaş yekem car dê derkeve pêşberî dadger
09:14 Li dijî yek tîpiyê maseya krîzê tê avakirin
09:13 ‘Gelê Botan ji bo têkoşîna demokrasiyê tim amade ye'
09:12 Jinên amedî: Zarokên dilîzin dê çawa bizewicin?
09:12 Midûr ser tacîza mamsote bincil kir
09:11 Rojnamevan Orûç sibê derdikeve pêşberî dadger
09:10 KESK mîtînga 'Ne Rewşa Awarte, demokrasî' li dar dixe
09:09 Pisporê Tiba Edlî Bîçer: Protokola Minnesotayê îhlal dikin
09:09 Piştî îxrac bû 3 pirtûk çap kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2018'AN
09:00 100 girtî ji ber derman jahrînî bûn
09/01/2018
20:02 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
17:29 Dervê Îzmirê li Helbestvan Ozturk qedexe kirin
17:26 Umutê 4 salî 24 roj in li nexweşxaneyê tê razandin
16:57 Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn
16:38 DAÎŞ'î axivî
16:05 Dozger xwest helbestvan Fadil Ozturk bê girtin
15:45 'Dengê Sara, Fîdan û Leyla li kuçeyan olan da’
14:48 9 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça beraet kirin
14:44 Ji 14 polîsan polîsek tenê beşdarî danişînê bû
14:32 Welatê rojnamegerên naxebitin: Divê rojnameger bibin yek
14:27 Komîsyona Jinan a Baroya Wanê bertek nîşanî ‘Otobusa penbe’ da
14:18 Polîsan li Kolana Yukselê 4 çalakger binçav kir
14:17 Leşkeran êrîşî gora Fidan Dogan kirin
14:17 Bîlgen: Komkujiya Parîsê li dijî daxwaza aştiyê bû
14:16 Nûnertiya TGS’ê ya Amedê: Em 10’ê Çile pîroz nakin
13:32 Versîyona cerdevanan a nû: HOH
13:30 Kîşîn ê ji sedî 77 astengdar tahliye bû
12:59 Aram û Ava: Tev li fuarê bibin
12:58 Doza Somayê: Em li dijî her cûre bêhiqûqiyê li vir in
12:43 JIN TV di demek nêzîk de vedibe
12:16 15 girtî ji Xerpetê sirgûn kirin
11:49 Parêzerên Ocalan cara 720'emîn serlêdan kirin
11:43 Piştî 19 mehan derketin pêşberî dadgehê
11:18 Ji bo zarokên bi maşîneyên zirxî tên kuştin û birîndarkirin ‘hiqûq’ betal e
10:47 Şanoya Araf 10 salin li dû lêgerîna azadiyê ye
10:31 HDP’ê li dijî parastina hikumetê nêrînek berfireh da DMME’yê
09:52 Li Amedê 69 gund û mezra hatin qedexekirin
09:52 Li Edeneyê operasyon: 9 kes hatin binçavkirin
09:48 Xizmên girtiyan: Em ê li dijî Yek Tîp'ê li kolanan bin
09:23 Rojnameger: Li dijî zextan piştgirî şert e
09:23 Girtiya nexweş Seyran Demîr daket 35 kîloyan, hîn jî nayê berdan!
09:22 Hiqûqnas Kurşun: KHK'ya berpêşî Meclîsê neyê kirin ne derbasdar e
09:21 Rojnamevan Orûç: Em bi zorê dengê xwe radigihînin
09:20 Vê carê jî afîşên kurdî hatin rakirin!
09:19 Karker mexdûr kirin
09:19 Derûnas Balkan: Daxuyaniyên Diyanetê rê li ber îstismarê vedikin
09:18 Keskîn: Sakîne hevaleke dilnerm û baş bû
09:06 ‘Bijîşk girtiyên ku ferzkirina nasnameyê red dikin muayene nakin'
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2018'AN
08/01/2018
19:52 Hevserokê HDP’î Gumuş hat veşartin
18:17 AKP'ê dê OHAL'ê carek din dirêj bike
17:31 Uca: Komîsyona MÎT'ê lêkolîn dike ava bikin
16:42 HDK: Gel li dijî zordestiyê ne bê alternatif e
16:41 Endamên MÎT'ê hin tiştên din jî gotin
16:24 KÎD: Bêdeng nemînin
15:47 HDP: Rojeva sereke OHAL e: An OHAL an demokrasî
15:19 Cansiz, Dogan û Şaylemez li Moskowayê hatin bîranîn
14:56 Doza Soma dê sibê berdewam bike
14:48 Li dijî 'Cilên yek tîp' greva birçîbûnê
14:22 5 jinên girtî ji Xerpêtê sirgûnî girtîgehên cuda kirin