EDENE - Hiqûqnasê Cezayê Doç. Dr. Gunal Kurşun ê bi KHK'ê hat îxrackirin, da zanîn ku heke KHK di 30 rojan de li Meclisê neyên erêkirin, derbasdariya wan namîne û wiha axivî: "Mixabin medyaya ku vê şîroveya hiqûq, qanûn, rêvebirî û darazê bike tune ye."
Hiqûqnasê Cezayê yê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Çukurovayê Doç. Dr. Gunal Kurşun, piştî bi Biryara Di Hukmê Qanûnê De (KHK) ji kar îxrac kirin, dema li Buyukadayê bi parastvanên mafên mirovan re civîn pêk tanî, hat binçavkirin û 113 rojan girtî ma. Kurşun got ku KHK wekî înfazên bê daraz in, bi hezaran karkerên cemaweriyê wekî wî ji kar avêtine û ev tişt got: "Îxrac 'înfazên bê daraz in.' Îro li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk berdewam dikin. Li gorî rêgeza ku wekî karneya bêsûcbûnê tê dîtin û rêgeza herî bingehîn a hiqûqê ye; kesên bê sûc bên dîtin heta neyên darizandin wan bê sûc qebûl dikin. Ev demek dirêj e ev rêgez berovajî dixebite, yanî hûn ji berê ve sûcdar tên hesibandin û divê hûn bidin nîşandan ku hûn ne sûcdar in. Bêguman aliyekê wê yê hiqûqî tune."
KHK'A KU MECLIS QEBÛL NEKE, NE DERBASDAR E
Kurşun da zanîn ku qasî 30 KHK hatine weşandin û tenê ji vana 5 heb anîne Meclisê û li gorî madeya 121/3'yan a Makeqanûnê, berî ku ev KHK di rojnameya fermî de bên weşandin, divê ji Meclisê re bên şandin û Meclis wan erê bike.
Kurşun diyar kir ku ev made di tuzuka navxweyî ya Meclisê de jî hatiye erêkirin û wiha axivî: "Li gorî madeya 128'an a Tuzuka Navxweyî ya TBMM'ê; 'Li gorî madeyên 121 û 122 ên makeqanûnê KHK'ên ku şandine TBMM'ê, pîvanên li gorî pêşniyar û giştînameyên qanûna Tuzuka Navxweyî û Makeqanûnê, divê berî Lijneya Giştî û komîsyon bibînin, divê ecele di nava 30 rojî de bên dest girtin û bigihêjin encamê. KHK'ên herî dereng di nava 20 rojan de li komîsyonan neyên dîtin, Serokê Meclisê rasterast di Lijneya Giştî de digire rojevê.' Wekî ku tê dîtin, KHK'ên nehatine erêkirin û dîtin, ji rêveçûnê radibin."
'RAYEYA MECLISÊ XESP KIRINE'
Kurşun KHK'a ji bo sivîlan kuştina bê ceza tîne jî wekî "Efûya taybet a civakî" ya di Hiqûqa Ceza de pênase kir û wiha pê de çû: "Rayeya efûyê tenê aydê Meclisê ye. Bi KHK'ê ev raye hatiye xespkirin. Bêguman tu hêleke huqûqî ya KHK'yan jî tune ye." Kurşun da zanîn ku divê hiqûqnas li dijî KHK'yan têkoşînê bimeşînin.
'DIVÊ EM HÊVIYÊN XWE BIPARÊZIN'
Kurşun destnîşan kir ku ji îro şûn de li Tirkiyeyê hiqûq tune û demek dirêj e AKP'ê di warê hiqûqê de kadroyên xwe bi pêş xistine û darazeke siyasî ava kiriye. Kurşun aşkera kir ku darazeke ew qas bûye erkeke siyasî, ne pêkan e edaletê pêk bîne.
Kurşun derbirî ku Tirkiye di serî de li dijî peymana navneteweyî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tev digere û wiha domand: "Dîktatorê Sudanê yê ji du sûcên cuda lêgerîna wî heye, Dadgeha Cezayê Navneteweyî bi fermana girtina navneteweyî der barê wî de biryara girtinê derdixe, lê ji 40 zêdetir pêre hevpeymanan îmze dike. Ev dîmeneke çawa dide cîhanê, vê hesab nake. Ji ber sedemên siyasî, welatên ku Tirkiyeyê ji nedîtî ve tên, dibe ku gelekî bi haşînî tev bigerin."
Kurşun got ku li gel her tiştî jî divê hêvî bê parastin.
MA / Hamdullah Kesen