AMED – Rojnamevan Şerîfe Orûç ji Girtîgeha Mêrdînê nameyek şand. Orûç got ku ji bo ew binpêkirinên mafan ragihînin derve bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin û êdî binpêkirin hatiye wê astê ku pirtûkên li ser wan mohra "Goruldu" (Hat Dîtin) hatiye xistin jî tên desteserkirin.
Nûçegihana DÎHA'yê (ku bi KHK'ê hat girtin) Şerîfe Orûça ku zêdeyî salekê ye di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye, beriya danişîna wê ku dê di 11'ê Çileyê de pêk bê nameyek şand û di nameyê de balê kişand ser binpêkirinên mafan. Orûç, anî ziman ku nameyên wan tên desteserkirin û ji ber vê ew di warê ragihandina binpêkirinên mafan de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Her wiha Orûç di nameya xwe de got ku pirtûkên ku îdareya girtîgehê mohra "Goruldu" (Hatiye Dîtin) li ser wan xistiye jî tên desteserkirin.
Orûç, anî ziman ku name û wêneyên wan bi hinceta "xetere" ne tên desteserkirin.
‘MOBESEYÊN KU HUNDURÊ QAWÎŞAN DIBÎNIN LI SERBAN HATIN BICIHKIRIN'
Orûç bi lêv kir ku wan giliyê van binpêkirinên mafan kiriye û wiha domand: "Her çi qas dengê me asteng bikin jî, lê em dengê xwe radigîhinin. Wek hemû girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Di demên dawî de sirgûn zêde bûn. 7 hevalên me yên mêr û 3 hevalên me yên jin di 6'ê Mijdarê de hatin sirgûnkirin. 7 hevalên me yên mêr sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê kirin û hevalên me yên jin Necla Atak, Zeytîn Satici û Leyla Kazak jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê kirin." Her wiha Orûç di nameya xwe de destnîşan kir ku kamerayên mobeseyî yên ku hundurê qawîşên wan û hewadariya wan dibînin li serban hatine bicihkirin.
PIRTÛKÊN KU BERÊ HATIBÛN DAYÎN TÊN DESTESERKIRIN
Orûç, bi lêv kir ku çalakiyên wan ên sosyal jî tên sînordakirin û ev tişt gotin: "Kincên şikil li ser wan, kesk, lacîwert nadin. Her wiha carinan kincên me yên binî yên bi heman rengan jî nadin me. Postaya hundurîn jî hatiye qedexekirin. Di lêgerînên qawîşan de pirtûkên ku berê komîsyona xwendinê ya girtîgehê ew raçavkirine û mohra "Goruldu" li ser xistine jî tên desteserkirin."