*Ûgûr Yaşarê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtiye, parve kir ku li girtîgehê zext û zorî zêde bûne û bişîjk girtiyên ku karta nasnameyê naxin stuyê xwe muayenê nakin.
*Parêzer Eren Keskîn behsa siyasetvan Sakîne Cansiz kir û wiha got: "Wisa ne hêsan e ku mirov ji mirovan re bêje 'terorîst' û derbas bibe. Ji ber hûn Sakîne Cansiz naecibînin, hûn nikarin li paş peyvekê veşêrin. Hevaleke xwedî şiûra kurdî, bîrbir, zana, xwedî wijdan, dilnerm û baş bû."
*Derûnas Abîdîn Balkan, diyar kir ku wê pênaseyên Diyanetê rê li ber îstismarkirina zarokan vebike û balê kişand ser vî tiştî: "Di tenduristiya zarokên ku di navbera 14-16 saliyê de dizewicin de, nebaşbûnên zayendî û ruhî peyda dibin."
* Serokê Giştî yê KAŞÎP'ê Hakan Aydin, sererastkirina kadro ya taşeronî ku bi KHK'ê anîn rexne kir û diyar kir ku tiştê jê dihat payîn xwe nedaye der û kesên nebûne kadroyî hatine mexdûrkirin.
*Li Cizîrê qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin, piştî girtina dibistanên kurdî vê carê jî afîşên bi kurdî yên li ser otobêsn şaredariyê rakirin.
*Rojnamevan Şerîfe Orûç ji Girtîgeha Mêrdînê nameyek şand. Orûç got ku ji bo ew binpêkirinên mafan ragihînin derve bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin û êdî binpêkirin hatiye wê astê ku pirtûkên li ser wan mohra "Goruldu" (Hat Dîtin) hatiye xistin jî tên desteserkirin.
*Hiqûqnasê Cezayê Doç. Dr. Gunal Kurşun ê bi KHK'ê hat îxrackirin, da zanîn ku heke KHK di 30 rojan de li Meclisê neyên erêkirin, derbasdariya wan nabîne û wiha axivî: "Mixabin medyaya ku vê şîroveya hiqûq, qanûn, rêvebirî û darazê bike tune ye."
*Di 16 salên dawî de 3 hezar û 432 girtî jiyana xwe ji destan û ji hezarî zêdetir girtiyên nexweş hene. Seyran Demîr ku bi nexweşîna pençeşêra hestî ketiye, ji ber nexweşîna xwe daketiye 35 kîloyan, yek ji nexweşên giran e ku di rapora ÎHD’ê de cih digire. Her ku diçe rewşa Demîr xerabtir dibe, lê belê dîsa jî nayê berdan.
*Rojnameger jî wekî hevpîşeyên xwe yên din, 10'ê Çileyê Roja Rojnamgerên Xebatkar di bin zextên Rewşa Awarte û KHK'yan de pêşwazî dikin. Rojnamegeran balê kişand ser pêdiviya têkoşîneke hevpar û ev tişt gotin: "An jê dê rojeke wekî Roja Rojnamegeran li holê nemîne."
*Malbatên girtiyan, li dijî biryara "Cilên Yek Tîp" a bi KHK’ê xistin meriyetê, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew ê li dijî vê pêkanînê dakevin kolanan û vê yekê qebûl nekin.
* 17 jê zarok 67 kesên li Nisêbînê piştî qedexeya derketina kolanan hatin binçavkirin dê piştî 19 mehan derkevin pêşberî 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê.
* Civîna komên partiyan dê li meclîsê bê li darxistin.
* Rêxistina HDP'ê ya Rihayê ji bo bîranîna Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin dê bernameyê pêk bînin.
* Danişîna doza 14 polîsên ji ber komkujiya mîtînga îstasyonê ya ku HDP'e di 5'ê Hezîrana 2015'an de pêk anî, tên darizandin dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Danişîan doza Hevserokê HDP'ê yê berê yê Stenbolê Doğan Erbaş jî di navde 5 jê girti 12 rêveberên HDP'ê dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30)
* TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê dê ji bo bîranîna Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şahlemez li avahiya HDP'ê ya Stenbolê bernameya bîranînê pêk bînin. İstanbul (15.00)
* Çalakiya Kolana Yukselê dê di roja 427'an de berdewam bike. (13.30/18.00)