STENBOL – Hevserokê HDP’ê yê Tekirdagê Salîm Gumuş hat veşartin. Di merasîma cenaze de hevalên Gumuş behsa wî kirin û gotin ew ê xwesteka wî ya gihandina pêlên serîhildêr ên Behra Reş û têkoşîna azadiyê ya kurdan bidomînin.
Hevserokê HDP’ê yê Tekirdagê Salîm Gumuş (36) ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da hat veşartin. Merasîma cenaze li Mizgefta Fatîhê ya li Fatîha Stenbolê pêk hat û tevî parlementerên HDP’î Pervîn Bûldan, Garo Paylan, hunermend Ferhat Tûnç hevrêyên Gumuş û malbata wî tev li merasîmê bûn. Her wiha HDP, TKP û ESP jî çeleng şandin merasîmê.
Piştî nimêja cenaze, cenazeyê Gumuş anîn Gorustana Kocasînan a li Bahçelîevlerê û li vir hat definkirin.
Parêzer Bulent Çoban di merasîmê de axivî û got ku wan di dema binçavkirinê de hevdu nas kiriye. Çoban diyar kir ku Gumuş dildarê azadiyê bû, lê belê zû ji nav wan çûye. Çoban got ku Gumuş li Tekirdagê bi têkoşîna xwe ya li hemberî faşîzmê şexsiyeteke mînakdar bû û çûyîna wî hemû dostan xemgîn kiriye.
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Kenan Yildiz jî destnîşan kir ku di demên herî zor de jî Gumuş her têkoşiyaye û bi paş ve gav neavêtiye. Yildiz bi lêv kir ku ew ê bîranîna Gumuş tim jîndar bikin û ew ê xwesteka wî ya gihandina pêlên serîhildêr ên Behra Reş û têkoşîna azadiyê ya kurdan bidomînin.