ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca, ji meclîsê xwest ku Komîsyona Lekolînê ya têkiliya MÎT'ê û 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin ronî dike, ava bikin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Feleknas Uca, ji meclîsê xwest ku Komîsyona Lêkolînê ya têkiliya MÎT'ê û kuştina 3 jinên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin roni dike, ava bikin. Uca, ji bo ronikirina têkiliya MÎT'ê û kuştina 3 jinên kurd bê ronîkirin, pêşniyarname da meclîsê û xwest Komîsyona Lêkolînê ava bikin.
Uca, anî ziman ku ji bo kê ferman dtaye Omer Guney û têkiliya wê ya bi Tirkiye re bê ronîkirin xwest komîsyon bê avakirin û lêkolînê bike.
RAYEDARÊ BI KODNAVÊ ‘OZAN’ MÎN NÎŞAN DA
Uca, anî ziman ku piştî heyeta Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî hefteyek şûnde di 9'ê Çileya 2013'an de li Parisê 3 jinên kurd ên tevgera azadiyê Sakine Cansız, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan hatin qetilkirin û wiha got: "Piştî lêpirsîna çar salan a dosyayê dadgerê dosyayê Jeanne Duyé dozya bi encam kir. Lê hêj kujer nehatine ronîkirin. Di mehên dawî de bi qasî agahiyên di medya te hatin weşandin têkiliya kuştina 3 jinên kurd û MÎT'ê bi hevre heye. Ji bo ev îdîa bên ronîkirin û îdîaya rayedarê MÎT'ê yê bi kod navê ‘Ozan’
ku di hevdîtinê Îmraliyê û PKK'ê yên 3 salan berdewam kir de cih girtiye, nişan dide ku têkiliya MÎT'ê û kuştina 3 jinên kurd bi hevre heye. Ozan tev li hevdîtinên di navbera PKK û dewletêya Oslo, Bruksel û Cenevre ya sala 2008'an de bûye. Ev kesa qadroyê dewletê yê herî navendî ye. Kesê kuştina 3 jinên kurd plan kiriye, di heman demê de tevli hevdîtinên PKK û dewletê yênk li Norveçê jî bûye. Rayedarê MÎT'ê ye. Rayedarê MÎT'ê û 2 kesêndin bi tetîkêş Omer Guney re axivîne. Di vê hevdîtinê de cînayet hatiye plankirin. Bi awayeki berfireh li ser sûîkastê axivîne.
Uca, di pêşniyarnameyê de bal kişand ser daxuyaniyên 2 endamên MÎT'ê yên di Tebaxa 2017'an de li Dukanê ya Silêmaniyê ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin û wiha got: "Rêveberên MİT'ê yên hatin girtin jî agahiyên nû dide. Rêveberên MÎT'ê agahiyên “Di hevdîtinên li Îmraliyê de li ser navê MÎT'ê rêveberek tev lê bû. Rêveberê MÎT'ê komkujiya Cansiz, Dogan û Şaylemez a 9'ê Çileya 2013’an plan kiriye.
Uca, da zanîn ku bersûc Omer Guney agahiyên nakokî dane û wiha got: "Têkiliya MÎT'ê û Omer Guney di telefonan de jî derket holê. dîsa di gelek belgeyên din de jî derket holê.
Uca xwest agahî û îdîayên dawî jî lêkolîn bikin û ji bo ronîkirina dosyayê Komîsyona Lêkolîne bê avakirin.