STENBOL - HDK’ê encamnameya Civîna Meclîsa Giştî ragihand û wiha got: “Gel li dijî êrîş û zordestiyan ne bê alternatîfin. Dê li dijî vê kedxwarî, zilm û êrîşan têbikoşe û qezenc bike.”
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) encamnameya 8'emîn Civîna Meclîsa Giştî ji raya giştî re eşkere kir. HDK’ê di daxuyniya xwe de bal kişand ser siyasetmedarên jinên kurd ên li Parîs û Sîlopiyê hatin kuştin û wiha got: “Bi ferzkirina kincên yek tîpî dixwazin vîna girtiyan bişkînin û teslîm bigirin. Di şexsê girtiyan de jî dixwazin hemû civakê teslîm bigirin. Ji ber vê yekê têkoşîna li djî kincên yek tîpî tenê bi girtîgehan re divê neyê sînordar kirin. Ji ber vê têkoşîna li dijî faşîzmê, şikandina polîtîkayên tecrîtê, berxwedana girtîgahan û berxwedana civakî kirina yek girînge.”
HDK’ê di encamnameya xwe de behsa tecrîta li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku didome kir û wiha pê de çû: “Dinava van şertan de, pêkanîna tecrîtê ya mutleq ku li Girtîgeha Îmraliyê li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, tenê ne li dijî kesekê, li dijî azadî û lêgerîna jiyana bi hevre ya hemû gelan e. Ev polîtîkayên dagirkeriyê yên li Îmraliyê, li dijî mehû girtîgehan û beşên civakî pêk tê. Hikûmet bi destê AKP’ê bûye mîna darekê û her li serê gelan dikeve. Em dixwazin demildest HDP’iyên di rojên dawî de ceza li wan hat birîn serbest bên berdan.”
Di berdewamiya encamnameyê de tişt hatin gotin: “Faşîzim operasyonên xwe yên veguherandina civakê didomîne. Serokatiya Karê Diyanetê weke saziya bingehîn a vê yekê tê bikaranîn. Diyanet zewicandina zarokan meşrû dike û dixwaze pêş bixwe.
‘DEWLET NIRXÊN MIROVAHIYÊ DIRIZÎNE’
Dewlet, nirxên mirovahiyê dirizîne. Êrîşî goran kirin û revandina cenazeyan, encamê vê rizandinê ye. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî desthilatdariya Qesrê, di heman demê de tê wateya têkoşîna li ser navê mirovahiyê ye.
EM LIGEL TÊKOŞÎNA GELÊN ÎRANÊ NE
Êdî kapîtalîzm gehiştiye ber sînor xwe. Kapîtalîzm êdî li cîhanê nikare bibe bersiv ji daxwazên gelên me re. Di encama vê yekê de têkoşên gelan ên Başûrê Kurdistanê, Îran û Rojhilat pêş ketin meşrû û mafdarin. Em mîna HDK’ê ligel têkoşîna gelên Başûrê Kurdistanê û Îranê ne.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê bêkarî, feqîrtî û jiyana bûha zêde bûye. Zem, barê bacayên giran û polîtîkayên fiyetên erzan zêde bûne, karker û kedkar li dijî vê yekê têdikoşin, bertekên xwe nîşan didin. Bi armanca karkerên taşeronê xizmeta AKP’ê bikin KHK’a hejmara 696’an derxistin. Encamên kaosê yên li Rojhilata Navîn ku derket holê, gel necarî koçberiyê kir û girseyên koçberiyê derxistin asta herî jor. Hejariya kedkarên koçber ên hûndir û dervede her roja derbas bû kurtir kir.”
BIRYARA BI HEVRE JI NÛ DE MEŞ HAT GIRTIN
HDK’ê ji bo serdema nû, bal kişand ser têkoşîna li dijî faşîzmê û wiha dom kir: “Divê li dijî OHAL’ê têkoşîn bê dayîn. Divê em biryardariya xwe ya li dijî faşîzmê bi hêzên demokratîk re mezin bikin. Divê hemû alî û beşên muxalîf, hemû fikarên xwe danin aliyekê û ji bo yekîtiya demokratîk li hev bicivin. Me di Lijneya xwe ya Giştî de biyara hemû hezên demokratîk li hev bicivin da û em ê ji bo vê yekê bixebitin û mîna peywir ji xwe re esas bigirin.
HDK’ê di dawiya endamnameya xwe de wiha got: “Gelên em li dijî êrîş û zilma faşîzmê bi har awayî dikara parastina xwe ya çewherî pêş bixwe û têbikoşe. Ji bo parastina xwe çewherî, rêxistinbûyîn girînge. HDK bi vê baweriyê dê lezê bide xwebatên xwe yên rêxistin kirinê. Li dijî hemû êrîş û zilma dewletê û sermayedaran, gelên me ne bê alternatîf û bê çare ne. Li dijî van hemû êrîşan xwedî kevneşopiyek berxwedêr û serkeftiye. Em ê li dijî zilmê, îstîsmar û êrîşan têbikoşîn û qezenç bikin.”