ENQERE - Civîna Lijneya Wezîran a sala nû di serokatiya Erdogan de dicive, mijara civînê dê OHAL û KHK be. Di civînê de dê pêşketinên polîtîkaya derve û xebatên restorasyonê yên bi YE'yê re jî bên dest girtin.
Civîna Lijneya Wezîran a sala 2018'an dê di serokatiya Serokê Giştî yê AKP'e Tayyîp Erdogan de pêk bê. Hikumeta AKP'ê bi KHK'a 696'an sala 2017'an girt, di civîna sala nû de dê OHAL û KHK'an bigire dest.
Di 19'ê Çileyê de dema OHAL'ê ya diyarkirî dê biqede û dê di lijneyê de bê dest girtin, li bendê ye ku dîsa OHAL bê dirêjkirin. Ji hêlekê ve bi sererastkirina nû û bi KHK'ê cilên yek tîp ên li ser girtiyan tê ferzkirin, muafiyeta darizandinê ya sivîlan a ku di meha Kanûnê de de anîn, dê bên dest girtin.
Mijarên herî girîng ên Lijneya Wezîran, OHAL û KHK ne û restorasyona bi Yekitiya Ewropayê (YE) re jî dê bê nîqaşkirin. Li bendê ye di civînê de mijara Soçî û meseleya Idlibê jî bê dest girtin. Dîsa tevdîrên der barê muxalefetê de jî dê bigirin rojevê.