ŞENGAL – Cejna Batîzmê 7 rojan di civaka êzidî de tê pîrozkirin. Civaka êzidî bawer dike ku di 7 rojan de cîhan ji hêla 7 milyaketan ve ava bûye, vê cejnê her roj bi çalakiyek nû pîroz dikin.
Tenê civaka êzidî Cejna Batîzmê li cîhanê pîroz dike û cejin 7 rojan berdewam dike. Cejna ku wekî "Cejna Avabûna Cîhanê" tê dîtin, duh bi dawî bû. Civaka êzidî ya di dîrokê de bi gelek komkujiyan re rû bi rû maye, bi hezar sal e vê cejnê pîroz dike. Ev cejna tenê di civaka êzidî de heye û civakeke cuda vê cejnê pîroz nake. Di 7 rojan de gelek şahiyên cuda tên lidarxistin û pêşengiya van jî eşîra Çêlikan a herêmê amade dike. Me jî du rojan li mîcemaya Dihola (gundê mezin) ji şahiyan re şahidî kir.
LI SER FERMANA OSMANLIYAN KOÇ KIRIN
Eşîra Çêlka ya li Şengalê dijî, ji ber komkujiya Osmaniyan ji herêma Mêrdînê koçî Şengalê dikin. Beşeke Toriyan a digihêje Çêlikan jî vê cejnê pîroz dikin.
BATÎZM: CEJNA AVABÛNA CÎHANÊ
Li gorî baweriya Batîzmê di civaka êzidiyan de wekî "avabûna cîhanê" tê dîtin, cîhan di 7 rojan de ava dibe, di vê demê de 7 milyaket peywirê digirin. Rojekî berî salê di 31'ê Cotmeha 2017'an roja Yekşemê, kesê bi navê "Kincşo" bi paqijkirina malê dest bi Cejna Batîzmê dike, di 6'ê Çileya 2018'an de bi dawî dibe. Duh jî taştêya Sêşemê ya ku wekî nîşaneya rojê tê dîtin re bi dawî dibe. Cejna Batîzmê 7 rojan dewam dike û her roj bi şahiyên cuda tê pîrozkirin.
HER ROJ BI XEBATEK CUDA
Roja destpêkê ji bo amadekariya cejnê serê xwe dişon û tevahiya roja cejnê serşûştin qedexe ye û wiha dest pê dike. Kesên bi navê Kincşo piştî du rojan (Duşem û Sêşemê) rojiyê digirin û ji bo miriyan xwarina xêrê belav dikin. Roja Çarşemê qurban tê serjêkirin, roja Bêncşemê wekî şeva Şevberatê tê nîşankirin. Tevahiya Şevberatê bi şev ranazên û heta sibehê dia dikin. Rojên În û Şemiyê gel diçin serdana hev. Roja Çarşemê jî taştêya Şêşems ya ku ser û pêyên qurbara roja Çarşemê hatiye amadekirin tê kirin û bi vê Cejna Batîzmê ya salekê bi dawî dibe.
7 MILYAKETNA DI 7 ROJAN DE CÎHAN AVA KIRIN
Li gorî baweriya êzidiyan, cîhan di 7 rojan de ava bûye û milyaketên êzidiyan ên wekî Ezraûl, Cebraîl, Derdaîl, Şemqaîl, Îsrafî û Melek-ê Tawis ve hatiye avakirin.
KED, TAV Û CÎHAN
Di cejnê de nanên "Xewre" û "Sewêk" wekî nîşaneyên cîhan û rojê ne. Dîsa qurbana di cejnê de hatiye serjêkirin, aliyê wê yê rastê beyî ku hestiyê wê bên şikandin, parî 7 parçeyan kirine û ev jî gelekî girîng e. Şewêk rojê nîşan dike û 365 rojan zayîna rojê esas digire, şekil dane nan û nanekî zirav e. Roja Çarşemê bi 7 Sewêkan û aliyê rastê yê qurbanê re û beyî ku hestiyên wê bên şikandin, tên mala micewir. Malbata ku Sewêk û ew goştê 7 parçeyî anîne, ji wê naxwen û piştî rojekî tê rawestandin, nan û goştê ku tê rawestandin roja Pêncşemê tê xwarin.
XEWRÊ, BEREKET Û PIŞTGIRÎ
Micewir ji xwe di cejnê de nanê Xewrê yê ku cîhanê dide nîşan çê dike. Micêwrê bi navê Hecî Helo Melîha ya ji micemaya Dihola ye, peywira Xewrê digire ser xwe. Melîha Xewrê dike 7 beşan û li malbatên herêmê belav dike, lê Xewrêyên ku çêkirine bi xwe naxwe. Xetên li ser nanê Xewrê aliyên cîhanê yên wekî Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava dide nîşan. Mirovên der û dorê 3 rojan tên û Xewrê maç dikin û hirmeta xwe didin nîşan. Dîsa li ser Xewrê çengek mewûj datînin, mirovên tên serdana Xewrê ji bo alîkariyê bidin micêwirê di dilê wan de çiqas derbas be, alîkariya pere dikin. Nanê Xewrê didin xizanan û wateya bereket û piştgiriyê ye û di heman demê de avabûna cîhanê dide nîşan.
TEVAHIYA ŞEVÊ DIA DIKIN
Roja Pêncşemê bi goştê qurbanê, Sewêk û Xewrê tê belavkirin, êvarê jî şeva Şevberatê tê lidarxistin. Tevahiya şevê mirov ranazên û diayan dikin. Dîsa di vê şevê de gerdena "Basimbar" a ji hemû rengên cîhanê pêk tê, di gerden û destê êcidiyan de tê çêkirin. Taybetmendiya Besimbarê jî ew e, daxwazek tê kirin û wê Besimbarê dixin stû û destê xwe, dema daxwaza wan qebûl dibe, tê bawerkirin ku ew Besimbar bixwe diqete.
Piştî şeva Şevberatê rojên În û Şemiyê wekî rojên bêhn standinê tê dîtin, roja dawî taştêya ji ser û piyên qurbanê hatiye çêkirin tê xwarin.
MA / Selamî Aslan