NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê destnîşan kir ku komkujiya Parîsê ji hemû aliyan ve zelal bûye û xwest Fransa li gorî hiqûq û demokrasiyê nêzî dozê bibe da ku edalet dewleta Tirkiyeyê ceza bike.
KNK`ê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê çileya sala 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, bibîr anîn. Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) derbarê salvegera komkujiya Parîsê de daxuyaniyek nivîskî weşand û komkujî careke din şermezar kir. Di daxuyaniya ku hersê jinên şoreşger hatin bibîrxistin de, hat bibîrxistin ku 3 jinên şoreşger li Parîsê ji aliyê îstîxbarata Tirk (MÎT) ve hatine qetilkirin û hate destnîşankirin ku kuştina hersê şêrejinan di aliyê kesayet, dem û mekan de tesadufî nebû.
Di daxuyaniyê de bal şikandin ser rola jinê ya di Bizava Azadiya Kurdistanê de û wiha hat gotin: “Sakîne di vê bizavê da sembol e. Rojbîn jineke ku di warê dîplomasîyê da aktîf e. Leyla jineke ku di nav nûciwanan da ber bi çav e. Wekî dem 2013 pêşkevtina prosesa diyaloga çareserîyê ye ya ku ji aliyê Rêberê PKK-KCK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Wekî mekan jî avahîyê kar û xebata dîplomasîya Kurdistanê ya li Parisê hat hilbijartin. MÎT’ê kuştina van têkoşerên bizava neteweyî ya Kurdistanê di nav van hersê şert û mercan da plan kir. Dewleta Tirkiyeyê bi vê operasyonê xwest înîsiyatîfa bizava azadiyê ya Kurdistanê sabote bike. Hilbijartina Parisê jî bi zanahî bû. Ji ber ku Fransayê hem li başûr hem jî li Rojavaya Kurdistanê destek dida doza Kurdistanê.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di ser komkujiyê re 5 sal derbas bûne, lê hîn jî dewleta Fransayê perdeya li ser kiryarê ranekirîye û wiha hat gotin: “Lolebkêşê kiryarê di hepsa Parîsê da mir, lê li ser vê mirinê jî şik heye. Ji ber ku piştî mirina vî lolebkêşê MIT’ê, dadgeha Fransayê dosyaya vê bûyerê rakire nav toza arşîvê. Lê belê Kurd ji serî ve gelek bi giringî li ser dosyayê rawestan û planê operasyona MITê eşkere kirin. Herî dawiyê KCK’ê bi navê Sara Sakîneyê operasyoneke leşkerî li ser MIT’ê kir û 2 ajanên ku di nav çerxa MIT’ê da berpirsiyar in girtin û bi lêpirsîna li ser wan belge û itirafên li ser kuştina sê polîtîkerên jin yên Kurd dan çapemenîyê. Ji belge û itirafên elemanên MITê bi zelalî xuya ye ku bi navê dewleta Tirkîyeyê, hskûmeta Erdoganî fermana vê kuştinê daye û MIT jî ji bo pratîka vê kiryarê wezîfedar kirine.”
Li ser nêzîkahiya Fransa yê derbarê mijarê de jî di daxuyaniyê de hat gotin ku Fransa di nav xeletîyeke mezin de ye û wiha hat domandin: “Îstixbarata Fransayê, hukûmeta Fransayê, dadgeha Fransayê gelek eşkere dizanin ku MIT’ê ev kiryare kirîye û dewleta Tirkîyeyê sûcdar e. Ev kiryare ji alîyekê ve tecawuza li ser dewleta Fransayê ye, lê mixabin dewleta Fransa ji ber berjewendîyên ekonomîk yên digel dewleta Tirkîyeyê, xwe nade ber ronkirina vê kiryara terorane ya dewleta Tirkîyeyê ya li ser axa xwe.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji aliyê Kurdan ve kiryar ji hemû cepheyan ve ron û zelal e û hat gotin: “Kurdan bi hemû zanîn û belgeyan ve dewleta Fransa agahdar û serwext kirîye. Çar roj berî salvegera pêncemîn ya vê terora dewleta Tirkîyeyê, serokê dewleta Tirkîyeyê û herweha fermandêrê vê kuştinê Teyîb Erdogan seredanîya Parisê kir û li Seraya Elysee ji teref serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hate pêşwazî kirin û rêze peymanên ticarî hatin îmza kirin. Fransa di têkilî û ticareta digel dewleta Tirkîyeyê da helbet serbest û azad e. Lê heke ev polîtîka bibe sebebê peçinîna dosyaya kuştina sê polîtîkerên jin yên Kurd, hingê heqê Kurdan e ku bi dengekî bilind gazindeyê ji dewleta Fransayê bikin. Ji pratîka van pênc salan xuya ye ku dewleta Fransa reftareke layiqî demokrasîya xwe nîşan nade ku ev kuştine ji her alî ve bête ron kirin û dewleta Tirkîyeyê bête mehkûm kirin. Lewma ev helwesta negatîv ya dewleta Fransa dilê Kurdan bi zêdehî ve diêşîne. Kurd bi giştî xwe hevçeperê demokrasîya Yêkîtîya Ewrûpayê dibînin ku Fransa yêk ji merkezên giring ya Yêkîtîya Ewrûpayê ye.”
Di daxuyaniyê de ji dewleta Fransa hat xwestin ku dosyaya kuştina hersê jinên têkoşer li goreyî normên huqûq û demokrasîyê bide vekirin û rê bide ku dadgeha Parisê biryareke adil bide û dewleta Tirkîyeyê bê cezakirin.
KNK'ê herî dawî destnîşan kir ku heta edalet bicîh bê dê şopdara dozê bin.