BEDLÎS – Walîtîya Bedlîsê li 13 gundê Bedlîsê qedexeya derketina derve îlan kir. Li Hîzanê jî qedexe ku 6 roj berê hatibû îlan kirin rakir.
Walitiya Bedlisê li 13 gundên Bedlisê qedexeya derketina kolanan îlan kir. Walîtîyê ji saet 09.00'ê îro û şûnde qedexe îlan kir û heta fermana duyemîn dê bidome. Li navçeya Hîzanê ya Bedlisê jî li 5 gund û 2 mezrikan qedexeya ku di 2'ê Çile de hatibû îlan kirin bi dawî kir.