QAMIŞLO – Çinar Salih a li Bakurê Sûriyeyê dijî, di sala 1991'an de Sakîne Cansiz nas dike, bîranînên xwe yên bi Cansiz re vegotin. Çinar diyar kir li ku xeletiyen hebûya Cansiz li dijî wê tê dikoşiya û wiha got: "Ew ji bo azadiya jinê xetek bû. Ji xwe qetilkirina wê jî dijminahiya li dijî vê xetê bû."
Di 9'ê Çileya 2013'an de li bajarê Parîsa Fransayê li dijî 3 jinên siyasetmedar ên kurd Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sakîne Cansiz êrîşek pêk hat û her sê jinên kurd jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê bûyerê re 5 sal derbas bû. Komkujiya Parîsê di qada navneteweyî de dengekê mezin veda. Di salvegera mirina her sê jinên kurd de, li çar parçe Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê gelê kurd wan bi bîr tîne. Rêveberiya Kongreya Star a li Bakurê Sûriyeyê dijî Çinar Salih, bîranînên xwe yên Sakîne Cansiz vegot.
‘XETA JINA AZAD HEDEF GIRTIN’
Salih anî ziman ku her sê jinên ku bi komployekê hatine qetilkirin û ev tişt got: "Bi taybetî hedeftirtina Sanîne Cansiz bi zanebûn û planî ye. Ev komkujî ji bo wan tê wateyeke mezin. Di şexsê Cansiz de jiyana azad a jinê hedef tê girtin. Avakarê vê jiyana azad Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Qetilkirina her sê hevalan bandoreke gelekî mezin li ser tevgera me kir."
‘BERXWEDANA WÊ JI BO ME XETEK BÛ’
Salih destnîşan kir ku wê di 1991'an de Cansiz nas kiriye û ew dem wiha vegot: "Wê demê ji girtîgehê derketibû. Dema di girtîgehê de bû, wê demê li dijî rêveberiya cuntayê berxwedaneke bêhempa meşandibû û her kesî behsa wê dikir. Berxwedana wê ya li wir ji bo me bû xetek. Em bi hev re di heman komê de bûn û em çûn Akademiya Mahsum Korkmaz. Me li akademiyê hev du nas kir. Me berê wê jî hev du nas dikir. Gel jî gelekî behsa wê dikir. Wê demê digotin ku 'Şoreşgereke bi navê Sakîne Cansiz heye.' Berxwedana wê ya li girtîgehê wekî destanekê bû. Bi taybetî bi Rêber Apo re têkiliyeke wê ya gelekî baş hebû. Hemû jinên li wir ji vê nêzikatiya wê bandor bûbûn. Dema me şaşiyek bikira Rêbertî bi ser me de dihat, lê cuda nêzikî Cansiz dibû. Me ev têkilî baş hîs dikir. Em 3 mehan li Akademiya Mahsum Korkmaz bi hev re bûn. Piştre em bi hev re derbasî welat bûn."
Salih diyar kir ku Sakîne Cansiz sembola azadiyê bû, xwedî biryareke zelal, di tevahiya jiyana xwe de li gorî rastiyê jiyan kir û li dijî desthilatdariyê seknek bi heybet da nîşan, der barê belgeyên ku di demên dawî de hatine weşandin de jî ev tişt got: "Kesên wê demê di nava hevdîtinan de bûn, Cansiz qetil kirin. Komkujiya yekemîn a li dijî azadiya jinê Xwişkên Mîrabel in, ya duyemîn Sakîne Cansiz û hevrêyên wê ne."
NÊZIKATIYEKE BÊ TIRS Û GIRÎNG HEBÛ
Salih anî ziman ku sekna wê ne sekeneke ji rêzê, bi cewher û girîng bû û wiha pê de çû: "Ew ji bo tevgera jina azad xetek bû. Rola herî aktîf a têkoşîna jinê girt ser xwe. Ne paşverûtiya jinê û ne jî desthilatdariya jinê qebûl kir. Ev sekin di xwe de afirand. Dê vê yekê çawa di nava jiyanê de pêk bîne, her dem di nava xebatê de bû. Wekî di pirtûka xwe ya dawî de gotî; hemû jiyana wê bi şer e. Ji roja destpêkê heta dawiyê, li dijî paşverûtiyê têkoşîn meşand. Ne tenê li dijî kevneşopî û tiştên di nava malbatê de derdiketin pêş, di heman demê de li dijî paşverûtiyên di nava civakê de jî xwedî seknekî bû. Li ku derê şaşiyek hebûya, Sara li dijî wê radiwestiya. Dema ev dikir bê tirs û xof bû. Yek bi yek bi me re nîqaş dikir."
‘NÎNHURSAG, ÎŞTAR, LÎLÎTH Û SARA’
Salih got ku Cansiz navê jina xwedawend e, di dîrokê de jinên wiha gelekin û wekî mînak Nînhrsag, Îştar û Lîlîth da nîşan, Cansiz jî li van jinan zêde kir û aşkera kir ku li ser navê jinê çi hebe, hemû tişt temsîl dikir.
‘HERÎ BAŞ WÊ JI RÊBERTIYÊ FÊM DIKIR’
Salih d zanîn ku herî dawî di sala 2010'an de bi Cansiz re hevdîtin pêk aniye û wiha dirêjî daxaftina xwe: "Rêber Apo di hevdîtinên xwe yen dema pêvajoya çareseriyê de çi gotibe, Cansiz ew pir baş tanî cih û ji bo wê xebat dikir. Nêzikatiya wê ya ji bo Rêbertiyê wiha bû. Ji bo pêvajoya çareseriyê jî zelal bû. Wê demê Rêbertiyê çi pêşniyar kiribe, wê rol girt ser xwe. Ya herî baş ji wê pêvajoyê fêm kir Cansiz bû."
‘BÎRANÎNEK DI RÊ DE’
Salih bîranîneke xwe ya bi Cansiz re jî parve kir û ev tişt anî ziman: "Em bi hev re di rêya çiyayekê de em gelekî meşiyan û gelekî westiya bûn. Li wê herêmê şikeftek hebû. Ji bo em bêhna xwe bistînin em çûn wir. Berî me hemûyan hevala Sara ket hundur. Çawa ket hundur dengê kûçikekê hat. Em pişt re ketin hundur. Vê kûçikê terikî bû û 6-7 çêlikên wê hebûn. Dema em ketin qada wê ewtiya me. Kûçik ji bo çêlikên xwe biparêze xwe avêt wê û lingê wê gez kir. Em hemû li hemberî hewldana kûçikê ketin telaşê, yên ditirsiyan jî hebûn. Lê wê nêzikatiyeke gelekî aram da nîşan û kûçik da kerkirin. Ew kûçik dayikek bû, hevala Sara bi vî şeklî nêzî wê bû."
MA / Nazim Daştan