'Daxuyanî û fetwayên Diyanetê ne tesedufin'

  • jin
  • 10:22 8 Çile 2018
  • |
img

STENBOL - Endama Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê Ayfer Koçak, diyar kir ku AKP dixwaze civakek li gorî xwe ava bike û wiha got: “Dixwaze civakek di çarçoveya ol de ava bike. Diyanet ku hevpariya vê polîtîkayê dike, daxuyanî, fetwa û pênaseyên wê ne tesadufin.  

Bertekên li dijî daxuyaniya Serokatiya Karê Diyanetê ya di malpera xwe got “Di serdema balixbûyî ya li gorî hiqûqnasên Îslamê, zarokên kur di 12 salî û ên keç jî di 9 salî, dikarin bizewicin" didomin. Piştî rexneyên tund li Diyanetê hatin kirin, Serokê Giştî yê AKP Recep Tayyîp Erdogan piştgirî da Diyanetê û xwest çapemeniyê sûcdar bike. Ev jî bû sedema bertekên mezin. Endama Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê Ayfer Koçak, derbarê pênaseyên Serokatiya Karê Diyanetê û gotinên Erdogan de nêrînên xwe anî ziman û bertek nîşan da. 
 
‘DAXUYANÎ NE  TESADUFIN’
 
Koçak, diyar kir ku wan derbarê daxuyaniyên Diyanetê de rojên borî gilî kirye û wiha axivî: “Ev daxuyanî, fetva û pênasyên Diyanetê ne tesadufin. Me serlêdana sûc kir, lê em nafikirin ku di navenda vî karî de tenê Diyanet hebe. Di salên dawî de li dijî jin û zarokan tecawîzi tundî, tacîz û kuştin zêde bûne. Bi taybetê di demek wisan de daxuyaniyên wiha dayîn, zarokên keç bi darê zorê bi tecawîzkarê xwe re zewicandin re, dixwazin rewşek dijwar ava bikin. Dixwazin zarokên keç bi darê zorê bi tecawîzkarê xwe re bidin zewicandin. Bi vê yekê dixwazin têgîna ‘Emê namûsa wê paqij bikin’ di civakê de ava bikin.”
 
'DIYANET, HEVPARÊ POLÎTÎKAYÊN HIKÛMETÊ YE' 
 
Koçak, anî ziman ku hikûmet dixwaze civakek nû ava bike  û wiha got: “AKP bi rêya dîn dixwaze pêş bixwe. Diyanet jî hevparê vê polîtîkaya hikûmetê ye. Piştî erka zewicandinê dan miftiyan, Diyanetê jî xwest bi daxuyaniyên xwe vê yekê temam û kûrtir bike. Hemû neyîniyên heyî dibin banê Dîyanetê de kom dibin û em şahidê vê yekê ne. Ji bo em rastiya Diyanetê deşîfre bikin, em ê hewldanên xwe bidomînin. Karê Diyanekê sûc kiriye. Em ê jî şopdarê vî sûcî bin.”
 
'DIYANET LI GORÎ KARÊ XWE TEVNAGERE'
 
Koçak, da zanîn ku Diyanet li gorî kurê tevnagere û wiha bilêv kir: “Nêzîkatiya desthilatdariyê çibe, fikrekê çawan daniye holê, Diyanet jî bi şiroveyên olî piştgiriyê de van nêzîkatî û fikrên desthilatdariyê. Diyanet ji bo vîna jinê heya niha tu gotin nekiriye, lê îro dikare qala zewicandina zarokên 9 salî bike. Ji vê şerimtir tiştek din tuneye. Diyanet îro li kêleka AKP’ê disekine.”
 
‘GOTINÊN JIBER BIKARTÎNIN...'
 
Koçak, bal kişand ser gotinên Erdogan ên ji bo Diyanetê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gotinên jiber bikartînin. Ji bo çareserkirina tundiya li dijî jinê heya niha Erdogan tu hewldan nîşan nedaye. Ji bo tundiya li dijî jinê bi dawî bibe, pêwîstî bi hewldan û kedek mezin heye. Erdogan li şûna gotinan ji jinan re bêje, bila hinekê ji bo tundî û tecawîzên li dijî jinan bi dawî bibin, hewldan nîşan bide. Em tu carî pênase û daxuyaniyên li dijî jinan qebûl nekin û li dijî van nêzîkatiyan têbikoşin.”
 
 

Sernavên din

08/01/2018
13:59 Dozger ji bo rojnameger Dogru ceza xwest
13:59 Li ser gora Goktepe ‘Bi înat em hemû Metîn in’ qêriyan
12:33 Lijneya Wezîran bi rojeva OHAL û KHK’an dicive
12:00 Civaka êzidî 7 rojan Cejna Batîzmê pîroz kir
11:40 Komîna yekemîn li Reqayê hate avakirin
11:34 KNK'ê xwest Fransa ji bo Komkujiya Parîsê gav bavêje
11:29 Di Çemê Efrînê de cenazeyê jinekê hat dîtin
11:12 Denîz Nakî rastî êrîşa bi çek hat
11:08 Walî 13 gundên Bedlîsê qedexe kir
10:58 Walîtiya Şirnexê Herêmên Cûdî, Gabar û Geliyên Besta qedexe kir
10:22 ‘Sakîne Cansiz ji bo tevgera azadiya jinê xetek e’
10:22 'Daxuyanî û fetwayên Diyanetê ne tesedufin'
09:50 Welatiyê birîndar bû Wezareta Karên Hundir bi 45 hezar lîrayî mahkum kir
09:41 67 kesên li Nisêbînê hatin girtin 19 meh şûnde derdikevin pêşberî dadgehê
09:15 50 girtiyên Patnosê di bin talûkeya weremê dene
09:14 Girtiyê nexweş vê carê ji ber cezayê dîsîplînê nayê berdan
09:13 Cenazeyên bi destûr li Xerzanê hatin defikirin jî derxistin
09:12 Parêzerê doza suîkasta Parîsê Comte: Agahiyên dawî dê rewşê biguherîne
09:11 Prz. Kanar: AKP'ê ji bo hevkarê xwe yên sûcdar efûya korsan anî
09:10 ‘DMME dê Tirkiye ji ber Goristana Xerzanê ceza bike'
09:00 ROJEVA 08'Ê ÇILEYA 2018'AN
07/01/2018
18:30 ÎHD: Mamosteyên li Bazarcikê hatin girtin berdin
16:36 Ber bi Çiyayê Gabarê ve cerdevan hatin şandin
15:53 Kemalbay: Wê sala 2018'an bibe sala pêngav û destketiyan
15:04 Di çalakiya 'em karê xwe dixwazin' de 6 kes hatin binçavkirin
14:49 Hamzaoglû: Yek ji peywirên lezgîn jî avakirina eniya demokrasiyê ye
13:54 Bîlgen: Wê ev kongre berpirsiyarên awarte li me bar bike
12:56 Parlementerê HDP'ê Baydemîr hat berdan
12:09 Lîstikvanê navdar Munir Ozkul tê verêkirin
12:00 Ji ber li dijî yektîpiyê li ber xwe didin ceza li wan hat birîn
11:46 Hevserokê HDP'ê yê Tekirdagê jiyana xwe ji dest da
11:14 Koma Meclîsê ya HDP'ê danezana encamî ya civîna xwe daxuyand
10:38 Esad rê li ber DAIŞ'ê vedike
09:32 Rêxistinên Kedê: Ji bilî têkoşînê çare tune ye
09:32 Kemalbay ji HDP’iyan xwest ji bo demokrasiyeke xurt xwe amade bikin
09:27 Çalakiyên li Îranê bazirganiya li ser sînor rawestand
09:26 ‘Divê herî zêde elewî li dijî zilma OHAL û KHK'ê derkevin’
09:10 Dîyanet re li pêş îstîsmarê vedike
09:10 Ozkan: Li Rojhilata Navîn dê daxwazen azadiyê derkevin pêş
09:09 Kurkçu: Ferzkirina yek tîpî doza tolhildanê ya şexsî ya Erdogan e
09:00 ROJEVA 07'Ê ÇILEYA 2018'AN
08:17 Baydemîr dê bi SEGBÎS'ê îfade bide
06/01/2018
19:25 Jin li dijî biryara Diyanetê meşiyan
18:51 3 jinên kurd ên siyasetmedar li 29 navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
16:58 Gardiyan û ulkuciyan girtiyê edlî derb kirin!
16:46 Xebatkarên TV10: Ji bo rejîma OHAL'ê rabe em li vir in
16:12 Li Kolana Hunerê teqîn pêk hat
16:11 Parazvanên mafên mirovan xwestin Dîlan Tanrikulu bê berhdan
16:11 Polîsan mudaxeleyî çalakiya jinan kir
15:45 Mevlude Beşdaş sedî 86 astengdar e, di girtîgehê de ye
15:16 Xizmên Windayan li aqûbeta Çalik û Fîdan pirsîn
14:52 KESK: Em di 14'ê Çileyê de bêjin ‘Ne OHAL demokrasî’
14:51 Dayikên Şemiyê: Çi bû ji Îsmaîl Şahîn?
14:49 Xizmên girtiyan: Em dê her dem li kolanan bin
14:18 Baydemîr: Beriya dor bê Çanakkale û Îzmîrê em demokrasiyê biparêzin
14:12 Li Kolana Yukselê 4 çalakger binçav kirin
14:11 Karkerê ji înşatê ket jiyana xwe ji dest da
13:34 Kemalbay: Li dijî şer û tundiyê, hêvî dî têkoşînê de ye
12:30 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em dê bi hêz beşdarî kongreyê bibin
11:55 Girtî: Piştî KHK'ya yek tîp zext zêde kirin
11:42 Buldan: Pêvajoya çareseriyê ceza kirin
11:30 Li girtîgehê hêkên wî teqiyan, pirsa ji ku derê ye lê kirin, derzî lê dan û şandin
10:41 Koluman: Diyanet bi daxuyaniya xwe îstismara li dijî zarokan zêde dike
10:37 Partiyên siyasî: Em li dijî faşizmê xeta têkoşîna hevpar pêş bixin
10:19 ‘Daxuyaniya Soylu wek bobelatê ye’
10:04 Tuksal: Di Qurana pîroz de tiştekî wiha tune
09:50 Platforma Em Destûr Nadin Cilên Yek Tîp: Em dê kolanan bi rêxistin bikin
09:17 ‘Huner çeka herî hêzdar e’
09:16 Li ser hestiyên perçekirî lihevhatina DNA’yê ne pêkan e
09:16 Bi qirş û qalên bi ava Dîcleyê tên tendûrên xwe sor dikin
09:15 Rojnamevanên penaber ên îranî: Wê berxwedan mezin bibe, êdê dê ne wek berê be
09:13 Jinan bertek nîşanî Diyanetê da: Destên xwe yên qirêjî ji ser zarokan bikişînin
09:12 4 cenazeyên wê ji Goristana Xerzanê hatin derxistin: Careke din bêhn li min çikiya
09:01 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2018'AN
05/01/2018
17:00 Girtiyek din jî yê qirîza dil derbas kir bi maşîneya rîngê rakirin nexweşxaneyê
16:42 Demîr, Uyar û Nayir li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:43 Serdozger serlêdana malbatan red kir
15:38 Baroya Amedê: Li pey soza xwe bisekinin
15:37 3 siyasetmedarên jin li Rihayê hatin bibîranîn
15:15 Amîrê polîsan ê di cenazeyê Tugluk de peywirdar: Ew ne êrîşkar in şêniyên gund in
14:28 Jinan derbarê Diyanetê de serlêdana sûc kirin
14:15 DBP: Pirsgirêkên 2017’an dewrî 2018’an kirin
14:13 Hevrêya Sêvê Demîr: Nikaribûn vîna jina kurd bişkînin
14:04 Wekîla HDP'ê Uca: Kuştina 3 jinên kurd ên siyasetmedar lêkolîn bikin
13:45 KCD: Ji bo ronîkirina komkujiyan em têkoşînê xurtir bikin
12:55 Hêdî hêdî diherike lê di kurahiya wê ya heft qadî de bahoz hene
12:52 HDP: Daraza alîgir di sala nû de ceza li ser ceza birî
12:36 Ocalan mafdar derket, zagonên xwe jî binpê kirin
12:35 ÎSÎG: Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin
12:29 Şaredar bi destê xwe nelirêtiya xwe belge kir
12:14 Li Colemêrgê 31 herêm qedexe kirin
11:40 Malbata Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
11:33 Ji ber parvekirinên medya civakî gelek kes hatin binçavkirin
11:21 Beştaş: Vîna siyasî bixwaze dikare cînayeten Parîsê di 24 saetan de ronî bike
11:02 Nivîskar û helbestvan Fadil Ozturk hat binçavkirin
10:45 'Cezayê li Baluken birîn biryara dadgehên engîzîsyonê ya sedsala 21'emîn e'
10:19 ‘Raqîbê ku herî hêsan Erdogan wî têk bibe Abdullah Gul e'
10:01 Xebatên rê qet li Sûrê naqedin, gel bêzar bû
09:51 26 mehin cenaze nadin: Ji hestiyên me jî ditirsin
09:11 Akademîsyen Ozyetîş: Xemeke min a veşartina nasnameya zayendiyî tune ye